TJA'yê ji Nisêbînê banga tevlibûna çalakiyên 8'ê Adarê kir 2021-03-01 15:23:05   MÊRDÎN - Tevgera Jinên Azad bi diruşma "Em Li dijî Qirkirina Jinan, jiyanê Li dijî Tecrîdê Azadiyê Diparêzin" li Mêrdînê starta xebatên xwe yên ji bo 8'ê Adarê da û banga tevlibûna çalakiyan li jinan kir.    Tevgera Jinên Azad (TJA) bi diruşma  "Em Li dijî Qirkirina Jinan, jiyanê Li dijî Tecrîdê Azadiyê Diparêzin" re bi daxuyaniya çapemeniyê ya li ber deriyê avahiya HDP'ê ya navçeya Nisêbînê strata xebatên xwe yên 8'ê Adarê da. Jin bi cil û bergên xwe yên kurdî, bi dovîzên ji bo 8'ê Adarê hilgirtin û diruşmên "Jin Jiyan azadî, Bijî Berxwedana Jinan û Bijî Berxwedana Zindanan" ku berz kirin tevli daxuyaniyê bûn.   Metna daxuyaniyê ji aliyê berdevka TJA'yê ya Mêrdînê Eylem Amak ve hate xwendin.    ‘Em li dijî qirkirina jinan û tecrîdê azadiyê diparêzin’   Eylemê di destpêka axaftina xwe de got ku ewê  8’ê Adarê ya vê salê bi dirûşma ‘Em Li dijî Qirkirina Jinan, jiyanê Li dijî Tecrîdê Azadiyê Diparêzin’ bidin destpêkirin û wiha berdewam kir: “Clara Zetkîn, Rosa Lûxembûrgan 8’ê Adarê bi têkoşîneke mezin, berxwedana ku dan 8'ê Adarê ji jinan re mîras hiştin.  Em bi hev re ji Emerîkaya Latîn heta Polonyayê, ji Hîndîstanê heta Kurdistanê em ber bi 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkara Cîhanê ve bimeşin.”   ‘Em li hebûna xwe xwedî derdikevin’   Eylemê bal kişand ser buyerên ku jin di roja îro de dijîn û got  ku ev encamên polîtîkayên qirêj ên dewletê ne. Eylemê wiha axaftina xwe da berdewamkirin: “Desthilatdar hemû êrîşên xwe bi saziyên xwe û bi destên mêr pêk tînin. Qirkirina jinan wek polîtîkayeke mayînde didomîne. Ji ber ku em ji vê haydar in, em bêtir li nasnameya xwe, li zimanê xwe, li axa xwe, li hemû nirxên xwe yên ku hebûna me ne xwedî derdikevin. Bi pirsa ku ‘ez kî me’ me dest pê kir, jinên ku me berê nas nedikirin, em rastî hev tên, çîrokên me yên ku dişibin hev, şirîkantiya têkoşîna me, me tîne gel hev. Tenê em birêxistin bin em ê bikaribin qirkirina jinan bidin sekinandin û em vê yekê bi têkoşîna jinan hîn dibin.”   ‘Em kurd in, jin in û li vir in’   Eylemê diyar kir ku tecrîtkirina vîna Gelê Kurd, di serî de tecrîtkirina jinan û hemû civakê ye û got: “Dixwazin rastiya jineke ku mafê gotinê jê re nayê dayîn fikr û vîna wê tine bikin û vê jî bi polîtîkayên tecrîdê dixin jiyanê. Tecrît îro her çiqas wek di girtîgehan de ye xuya bike jî di malên me yên ku me mehkûmê şîdetê kirine û li kuçeyên me, ma em kî azad in? Li cihên ku em dimînin biguhere jî bi domdarkirina têkoşîna me ya bi her awayî em paşve gav navêjin. Li hemberî qirkirina jinan parastina jiyanê, van rojên tarî gihandina rojê û ji bo tecrîdê bişkînin, jinên ku berxwedana xwe bi çalakiya birçîbûnê didomînin bi hêxs ku em ji wan digirin careke din em 8’ê Adarê pêşwazî dikin, em têkoşîna xwe bilind dikin.  wek Leylayê gotiye "Li hundir an jî li derve ferq nake bi berxwedanê em têkoşîna xwe didomînin" wek ku Ayşeyê jî gotiye "Em Kurd in, jin in û li vir in" ji bo em jî vê dubare bikin li qadan tên gel hev.”   Eylemê herî dawî wiha got: “Ji bo em sedsala 21'emîn bikin sedsala jinan, em bi mezinkirina îdiaya xwe, ji bo em 8’ê Adarê bi azadiyê bixemilînin. Ji bo ku em li her qada ku dimînin vegerînin qada têkoşînê, em bi hêza ku berxwedana Sara daye me re serî radikin. Em bi têkoşîna azadiyê ya ku şoreşa jinan pêk anîye têkoşîna jinan a cîhanê mezin dikin. Cihê kêfxweşiyê ye ku me şoreşa jinan a Rojava diyarî jinên cîhanê kir.”   Piştî daxuyaniyê jin derbasî avahiya navçeyê bun û li gel dirûşman govend girtin.