Jinan li Amedê starta çalakiyên 8’ê Adarê dan 2021-03-01 15:04:14     AMED - Jinan li Amedê bi pêşengiya DAKP’ê starta çalakiyê 8’ê Adarê ya Roja Jinên Kedkar a Cîhanê dan.  Jinan gotin çawa ku Leyla û Ayşe neçûn tu dere û li ber xwe dan dê têkoşîna jinan jî li her derê be.   Bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amed(DAKP) jinan starta çalakiyên 8’ê Adare Roja Jinên kedkar a Cîhanê li parka Hazal a navçeya Yenîşehîra Amedê dan.  Jin bi cil û bergên xwe yên kurdî tevli daxuyaniya ji bo dayîna startê bûn. Jinan xwestin pankarta “ Em li hemberê qirkirina jinê jiiyanê, li hemberê tecrîdê azadiyê diparêzin” vekin. Lê belê polîsan bi hincet gotina “ tecrîd” nehiştin ku ev parkant bê vekirin. Bi vî awayî di navbera jinan û polîsan de demek dirêj gengêşî derket. Lê belê tevî astengiyan jinan daxuyaniya xwe dan.   Daxuyanî ji aliyê endama DAKP’ê Songulcan Şîmsek ve hate xwendin. Songulcanê, diyar kir ku zextên li dijî jinan û têkoşîna jinan her ku diçe zêdetir dibe. Songulcan wiha berdewam kir: “Di serdema AKP’ê de kuştina jinan ji sedî 1400 zêdetir bû. Jin ji ber nasnameyên xwe û ji ber îradeya xwe rastî xezt û zordariya dewletê tên. Desthîlatdar lawazkirina tevgera têkoşîna jinan armanc dike. Bi vê armancê pêşiya qirkirina jinan vedike. Li dewsa sekinandina qirkirina jinan mêr ji bo vê tên teşwîkirin. Lewra herî zêde jinên ku têkoşînê dimeşînin û aktîvîstên jinan tên hedefgirtin. Ligel van zextan bi awayekî sistematik jinan binçav dikin û dixin girtîgehan.”   ‘Têkoşîna jinan dê li her derê be’   Songulcanê destnîşan kir ku hemû qadên ku di desthîlatdarê ya sîyasî de cih digirin ji bo astengkirina têkoşîna jinan xîzmetê dikin û ev tişt got: “Di vê çarçoveyê de biryarên ku tên girtin li dij hiqûqê ne. Bi vî awayî mixabin bingehê darazê hat danîn.  Lê divê baş bê zanîn ku jin bi têkoşîna xwe wê li qadan bûn.”   ‘Têkoşîna jinan hêzê dide me’   Songulcanê anî ziman ku girtina Leyla Guven û Ayşe Gokkan encama tirsa desthîlatdarê ye û wiha pêde çû: “Faşîzma AKP-MHP'ê ku li her derê xwe digihîne asteke jor ji ber bingehê daraza wan e.  Têkoşîna azadiya jinan dê vê desthîlatdariyê hilwêşîne. Lewra heta wê demê divê xwedî li vê têkoşînê bê derketin. Têkoşîna jinan a bi salan hêzê dide me û îradeya me xurttir dike. Çawa ku Leyla û Ayşe neçûn tu dere Dê jinên ku şopdarên têkoşîna wanin jî neçin tu derê. .”