Çalakiya greva birçîbûnê ya li Mexmûrê di roja 75’an de berdewam dike 2021-03-01 13:15:32   MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê hatiye destpêkirin, bi koma 37’an di roja 75’an de dewam dike.   Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 37’an di roja 75’an berdewam dike.  Çalakiya gireva birçîbunê ji aliyê gel ve bi awayek girseyî hat ziyaretkirin.    'Em çalakiyê silav dikin'   Li ser navê koma gel Elî Bilehî axivî û got: ‘’Bê guman em weke Gelê Kurd û tekoşîna azadiyê di pêvajoyek gelek hesas re derbaz dibin. Di hemû aliyan de êrişên dagirkeriyê li ser me tên meşandin, li beramberî vê dagirkeriyê jî berxwedanek bê hempa tê meşandin. Mînaka vê ya herî berbiçav me di berxwedana Garê de dît. Em jî weke şêniyên wargehê divê rêxistinek li ser bingehê netewa demokratîk ya roj û pêşeroja xwe bidin meşandin. Li ser navê şêniyên wargehê em dubare çalakiya we silav dikin û serkeftinê ji we re dixwazîn.’’   'Çalakiya me berdewam dike'   Li ser navê çalakvanan jî Hakim Sêrtî li ser navê komê xêrhatina gel kir û wiha berdewamî da axafitina xwe: ‘’çalakiya me ya bi pêşengiya Meclisa Îştar de ji bo azadiya fizîkî ya rêbertî hatî dest pêkirin demeke bi awayek serkeftî berdewam dike. Rêber Apo, ev komploya di şexsê wî de li ser tevahî gelê Kurd hatî meşandin dişibîne komploya sala 1925’an ku gelê Kurd bi politîkayên îmhayê re rûbirû mabun. Dijmin wiha zanîbûn ku piştî wê tu carê gelê Kurd nikaribe serê xwe hilde. Lê piştî wê bi pêşengiya Tekoşîna azadiyê careke din gelê Kurd ji nûde serî hildan.’’   Hakim Sêrtî di dawiya axaftina xwe de berxwedana zîndanan, berxwedana Şengalê û berxwedana gelê bindest yê Belûc li Îranê silav kir û ji wan re serkeftin xwest.