Komelaya Dema Jinê ji bo 8’ê Adarê amade ye 2021-03-01 09:03:39     STENBOL - Jinên li Komela Dema Jinê bi firçeyên destên xwe ji bo 8’ê Adarê pankart û dovîz amade kirin. Komele wê bi dirûşmeya ‘Di dem, jiyanê de, di dema jinê de’ wê li qadan dengê xwe bilind bike.   Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê re li Stenbolê amadekarî didomin. Di 5’ê Adarê de li ber Îskeleya Kadikoyê wê bi dirûşmeya ‘Em ê azadiya xwe bi dest bixin’ jin bên gel hev û di 8’ê Adarê de jî li Taksîmê wê 18’emîn Meşa Şevê ya Femînîst pêk bê. Yek ji rêxistinên jinan Komeleya Dema Jinê jî amadekariyên xwe bi kelecan dimeşîne.   Dirûşma 8’ê Adarê amade ye   Jinan diyar kirin ku dovîz û pankartên xwe bixwe bi boyax û firçeyan çêkirine. Jin tên gel hev, hem sohbetê dikin û hem jî pankartan bi baldarî çêdikin. Dirûşma komeleyê jî ‘Em di demê, jiyanê de ne, di dema jinê de ne’ ye.   Di pankartan de jîneolojî û parastina cewherî balê dikşîne   Komeleyê di pankartên xwe yên îsal de balê dikşîne ser Jîneolojiyê û dirûşma ‘Bi jîneolojiyê wê jiyan ji nû ve watedar be’ balê dikşîne. Her wiha li dijî hepskirina jinan a malê jî wê bêjin ‘Ger bi şev ken ji me re qedexe be, li bajaran ken ji me re qedexebe, em ê şevan jî bajaran jî biguherin’. Dîsa ji bo parastina cewherî jî pankarta ‘Jin li ser riya heqîqetê xwe û têkoşîna xwe diparêze’ balê dikşîne.   ‘Em bi rêxistinek xerabiyê re hatine rû hev’   Ji endamên komeleyê Dîlek Başalan û Elîf Îşcan der barê amadekariyan de axivîn. Dîlekê got 8’ê Adara îsal ji bo wan girîng e û got: “Dema 2020 dihat dewrkirin di rojekê de 4 jin hatin qetilkirin. Qirkirina jinê mijara gotinê ye. Şîdeta li ser jinê her diçe zêde dibe. Mêrên ku jinan qetil dikin jî bi bêcezabûnê tên xelatkirin. Pêvajoyek pandemiyê heye. Di vê pêvajoyê de jin betal hatin hiştin, xizan ketin. Di rojên dawî de em rastî hepsa malê tên. Em bi rêxistineke xerabiyê re rû bi rû ne. Ji bo vê 8’ê Adarê bo me girîng e.”   ‘Ev sedsal dema jinê bû’   Dîlekê daxuyakirin ku kolan terk nekirine û hêza xwe nîşanê şîdeta mêr dane û wiha pê de çû: “Me di vê çarçoveyê de xebatên 8’ê Adarê dan destpêkirin. Di atolyeyên me kirin de ji bo dirûşmên îsal me gelek pêşniyar girtin. Dirûşma me ‘Em di demê, jiyanê de ne, di dema jinê de ne’. Ev ji bo me girîng e. Me dixwest em li ser dema jinê jî bisekinin. Ev sedsal dema jinê bû. Li hemû cîhanê wisa ye. Yanî dem ji bo me girîng in.”   ‘Werin em ligel hev bin’   Peyama Dîlekê wisa ye: “Em bi hev re xurt in. Em ê di 5’ê Adarê de li Kadikoyê bin. Di 8’ê Adarê de em ê di Meşa Şevê ya Femînîst a li Taksîmê de bin. Ev bo me gelek girîng e. Em kolanan bi piştevaniya jinan dikarin vebikin. Em ligel hev bin em ê li dijî şîdeta mêr hîn bêtir xurtir bin.”   ‘Em piştevaniyê mezin dikin’   Elîf Îşcan jî balkişand ser amadekariyê komeleyê yên derbarê 8’ê Adarê de û daxuyakirin ku ji ber pandemiyê xebatan onlîne dest pêkirine û li ser onlîne hatine gel hev. Elîfê destnîşan kir ku atolye pêk anîne û wiha pê de çû: “Em di atolyeyan de bi jinan tên gel hev û bi wan re piştevaniyê mezin dikin. Dîsa plansaziyên me yên navxweyî hene. Em bi civîn û plansaziyên xwe diçin 8’ê Adarê. Em ê bi gotina xwe dakevin qadan. Em di îdiaya ku ev sedsal sedsala jinê ye de ne. Xebatên jinan yên pankart, afîş û dovîzan didome.Hevalên me her roj tên gel hev. Divê em di 8’ê Adarê de ji bo xwe dakevin qadan. Em bang li hemû jinan dikin ku di 5’ê Adarê de li Kadikoyê û 8’ê Adarê de jî di meşa şevê de bin.”