4 HDP’yîyên duh hatine girtin serbest berdan 2021-03-01 08:27:57     MÊRDÎN - Hevseroka HDP’ê ya Nisêbînê û 3 HDP’yîyên di encama operesyona li Qoser û Nisêbînê de hatin binçavkirin piştî îfadeya wan hat girtin hatin berdan.   Li navçeyên Mêrdînê, Nisêbîn û Qoserê di encama operesyona duh hemwext hatibû destpêkirin de hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hêvîdar Dînç, Nesrîn Çeçen, endamê Navenda Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê Abdullah Avay, Endamê meclîsa ciwanan ya HDP’ê Mehmet Saîd Sirdaş hatibûn binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin piştî îfadeya wan hat girtin sewkî dadgehê hatin kirin.   Serdozger ji bo her çar kesan biryara cezayê girt lê dadgeha Ewlehiyê ya Sulhê ceza red kir û bi şertê qonrola adlî her çar kesî jî berdan.   PM’a HDP’ê Abdullah Idig jî dema ji bo were Mêrdînê diçe balefirgeha Enqerê tê binçav kirin jî anîn  Mêrdînê. Hat zanîn ku wê îfadeya wî jî îro were  girtin.