Li Mêrdînê gelek kes hatin binçavkirin 2021-02-28 10:01:18     MÊRDÎN - Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan a Nisêbînê Hêvîdar Dînç li gel xebatkarên çandê û xebatkarên meclîsa ciwanan a HDP'ê  hatin binçavkirin.   Li navçeyên Mêrdînê, Nisêbîn û Qoserê di encama operesyona hemwext de Hevseroka Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Hêvîdar Dînç, endamê Navenda Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê Abdullah Avay, endamê Meclîsa Ciwanan ya HDP'ê  Mehmet Saîd Sirdaş hatin binçavkirin. Ji bo endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Dilgeş Aydin ji binçav bikin bi ser mala wan de û xizmên wan de girtin lê ji ber ku ne li mal bu nehat binçavkirin.   Li gorî agahiyên ji malbata Hêvîdar Dînç hatine girtin, polîsên bi ser mala wan de girtine derê şikandine û ketine hundir.   Sedemê operesyonê nayê zanîn û kesên hatine binçavkirin li Miduryeta Ewlehiyê ya Mêrdînê tên girtin.