'Mutabakat nehatiba înkarkirin êriş li Garê jî nedihat kirin' 2021-02-28 09:20:46     ENQERE - Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beşdaş  da zanîn ku ji ser îmzekirina Mutabakata Dolmabahçeyê 6 sal derbas bû û îktidar dixwaze hêviya bi dawî bike û wiha got:"Dixwazin wê demê krîmînalîze bikin lê ew ê nikaribin bikin. Zagona wê demê heye belge, hafizaya wê demê heye. Ev ne tenê di wêneyan de eşkere dibe. Krîmînalîzekirin înkarkirina wan û înkarkirina rola wan a borî ye."   Di çarçoveya çareserkirina merseleya kurd de ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve Mutabakata Dolmabahçeyê heyeta dewletê û heyeta îmraliyê îmze kiribûn û ji raya giştî re deklere kiribûn. Ji ser pêvajoyê 6 sal derbas bûn. Bi dawîbûna pêvajoyê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kûrtir û zextên li ser gelê kurd zêdetir bû.    Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beşdaş di salvegera mutabakatê de nirxandin kir.    'Îktidarê xwest hêviyê bi dawî bike'   Meralê da zanîn ku ger Mutabakata Dolmabahçeyê dewam bikira ew ê veguhertineke dîrokî pêk bihata û wiha got:"Di wê pêvajoyê de hêviyeke mezin hebû. Îktidarê xwest hêviyê bi dawî bike. Me di dawiya 6 salan de fam kir ku bi şer, mirin, reda diyalogan tu pêşketin çênabe. Me berdêla vê jî bi gelek êşî dan."   'Piştre wekî ew wêne tune be tev geriyan'   Meralê bi bîr xist ku di wê demê de rayedarên hukumetê bi heyeta HDP'ê re mutabakat îmze kirin û wiha domand:"Di mutabakatê de xweza, jin, ciwan, nasname,baweriyên cuda, çarçove û naverokek berfireh hebû. Piştre wekî ew wêne tune be tev geriyan. Wekî ew mutabakat, têkilî pêk nehatin, ew wêne nehatibin kişandin tev geriyan. Wekî ku bi salan neçûbin Îmraliyê û Qendîlê. Wekî ku zagon nehatin avakirin, heyeta mirovên akîl nehatin avakirin. Lê belê mirov nikare heqîqetê tune bihesibîne. Nikarin bêjin mutabakata dolmabahçeyê nehat îmzekirin û dîyalog nehatin kirin. Dema dev ji pêvajoya çareseriyê berdan Tirkiye serobino bû. Di koka merseleyan de reda merseleya kurd û daxwaza hemwelatiya wekhev heye."   'Polîtikayên pişaftinê negihaşt armanca xwe'   Meralê diyar kir ku polîtikayên pişaftinê negihaşt armanca xwe û wiha pê de çû:"Ne kurd asîmîle bûn ne jî Tirkiye parçe bû. Di mutabakata dolmabahçeyê de madeyên gel bi hev re bijîn hebûn. Banga me ew e ku dîsa vegerin çareseriya demoktatîk. Lê belê îktidar dewsa pirsgirêkê çareser bike dixwaze kurdan bike AKP'yî. Dixwazin wê demê krîmînalîze bikin lê ew ê nikaribin bikin. Zagona wê demê heye belge, hafizaya wê demê heye. Ev ne tenê di wêneyan de eşkere dibe. Krîmînalîzekirin înkarkirina wan û înkarkirina rola wan a borî ye."   'Mutabakat nehatiba înkarkirin êriş li Garê jî nedihat kirin'   Meralê da zanîn ku dema mutabakat dewam bike ew ê atmosfereke cuda çêbibe û wiha bi dawî kir:"Ew ê ewqas mirov ne di girtîgehan de ban. Ew ê tecrîd tune ba û gelek mirov ew ê ne di grevên birçîbûnê de ban. Ew ê ciwan neketibana bin axê. Mutabakat Dolmabahçeyê nehatiba înkarkirin êriş li Garê jî nedihat kirin. Ew ê li orteya kuçeyan îşkence nehatibana kirin, ew ê KHK'yî terkî mirinê nehatibana kirin. Ew ê di rojê de 3 jin nehatana qetilkirin. Heger pêvajoya çareseriyê dewam bikira ew ê berojavî van tiştan bibaya. Li Tirkiyeyê tu welatî van neheqiyan qebûl nakin."