Li Stenbolê jin xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin 2021-02-28 09:05:39     STENBOL - Li Stenbolê rêxistinên jinan xwe ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê amade dikin. Li Stenbolê jin wê bi daxwaz, hêrs û coşa xwe kolanan tije bikin.   Xebatê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bê navber didomin. Di 2020’an de tevî hemû şîdeta li ser jinan, jinan dîsa kolan tije kiribûn û xwedî li destkeftiyên xwe derketibûn. Jinên li dijî her cureyê êrîşa pergala serdest ya mêr li berxwe dan, di 8’ê Adarê de wê li dijî patrîarka, desthilatdariya mêr, homofobî û qeyûman bên cem hev. Platforma Jinan a 8’ê Adarê wê di 5’ê Adarê de li Kadikoyê bernameyekê pêk bîne û di 8’ê Adarê de jî wê Piştevaniya Mor, Pîrebokên Kampusê û Tora Parastina Jinan Meşa Şevê ya Femînîst pêk bînin.   Ji bo xewa Patrîarka birevînin xwe amade dikin!   Denîz Aslan diyar kir ku Pîrebokên Kampusê bi tempoyek mezin dest bi xebatan kiriye û got bi piştevaniyê xebatan dimeşînin. Denîzê daxuyakirin ku Pîrebokên Kampusê atolye li dar xistine û bi jinan re dan û standina fikir kirine.   ‘Em ji bo ji pergala baviksalar re bêjin em hene em ê li qadan bin’   Ji Pîrebokên Kampusê Gîzem Alîca destnîşan kir ku bi banga Platforma Jinan a 8’ê Adarê wê di 5’ê Adarê de li Kadikoyê û di 8’ê Adarê de jî di Meşa Şevê ya Femînîst a Taksîmê de bin. Gîzemê bi lêv kir ku 2020 zor bû lê jinan îsal jî têkoşîna xwe meşandine û wiha pê de çû: “Em ê dîsa bi pîrebokî û berxwedana xwe li qadan bin. 8’ê Adarê ji bo me girîng e. Em ê xewa patrîarka biherimînin. Jin û kesên LGBTÎ di bin êrîşên cidî de ne. Ji bo em bibin yek û hêza xwe nîşan bidin divê em 5 û 8’ê Adarê de bên gel hev.”   ‘Em ê li dijî kesên biryara me tune dihesibînin li kolanan bin’   Berdevka Piştevaniya Mor Cemîle Baklaci jî diyar kir ku polîtîkayên li dijî destkeftiyên jinan dijwar bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilatdariya mêr bi gotinên xwe me dijmin dibînin. Ji berxwedana gezî heta niha jin li qadan li berxwe didin. Em ê îsal jî li qadan bin. 8’ê Adara îsal watedar e. Tevî pandemiyê jin dîsa li kolanan bûn. Em ê li dijî nîqaşên rakirina Peymana Stenbolê bi hêrsek cidî li kolanan bin. Desthilatdarî bi qeyûma îradeya jinan tune dihesibîne. Em wek Piştevaniya Mor em ê bêjin ‘ne biryara we ya me’ li kolanan bin.”   ‘Em bi jinan re peywira hevpar digirin’   Ji Tora Parastina Jinan Sezen Ozkan daxuyakirin ku beriya pandemiyê 8’ê Adarê bi jinan re pîroz kirine û di pandemiyê de keda jinê nehatiye dîtin êrîşa li hember jinê zêde bûye. Sezenê wiha berdewam kir: “Amadekariyên 8’ê Adarê li her derê dimeşin. Em li gelek bajaran hene. Em bi hemû jinan peywira hevpar dimeşînin. Tora Parastina Jinan dirûşma 8’ê Adarê wek ‘Li dijî şîdeta mêr patrîarka, ber bi parastina cewherî ya femînîst’ hat diyarkirin. Parastina cewherî ya femînîst xeta me ye. Em vê wek mudaxaleyek fîzîkî bi nav nakin. Em wek serhildanek kolektîf, xurtbûnek kolektîf bi nav dikin. Em der barê vê de atolyeyan jî ava dikin.”   ‘Em ê dengê Melek Îpek bilind bikin’   Sezenê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Jin ji bo jiyana xwe parastina cewherî bi kar tînin. Melek Îpek jî yek ji van jinan e. Em di her derfetê de parastina cewherî tînin ziman. Em hemû di esasê de li dijî şîdeta mêr têdikoşin. Di vir de bilindkirina navê Melek Îpek girîng e. Ger jinan dengê Şule Çet bilind nekiriba wê rastî derneketiba holê. Bi înat divê em lê bipirsin. Têkoşina Gulîstan Doku jî tiştek wisa ye. Em ê dengê Melek Îpek bilind bikin. Em amadekariyên 8’ê Adarê piranî li Stenbol û Enqereyê li Mor Mekanê dikin. Li Hopayê di çarçoveya xebatên 8’ê Adarê de em ê di 8’ê Adarê de Mor Mekan vebikin. Şîlan ji berxwedana Bogazîçî hat girtin. Şîlan ji Tora Parastina Jinan bû. Em ê atolyeyek şandina nameyan a bo Şîlanê pêk bînin. Çawa ku wê li qadan Melek gotina me be, wê Şîlan jî soza me be.”