ROJEVA 28'Ê SIBATA 2021'Ê 2021-02-28 09:00:00     * Ev demek dirêj e gel ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî daxwazên xwe tîne ziman. Jinên Amedê jî di vê çarçoveyê de banga yekitiyê kirin û destnîşan kirin ku ew di yekitiyê de bi israr in. DÎMEN HEYE   *Mercana ku di encama polîtikayên dewletê yên zextê de dikeve ser rêya koçberiyê gundê lê ji dayik bûye, aliyê sînor ê din ê bi têlan ji hevdu hatine veqetandin bi me re parve dike û daxwaza xwe ya Kurdistaneke azad lê zêde dike... DÎMEN HEYE   * Hevseroka Giştî ya dema berê ya DBP’ê Sebahat Tûncel doza Kobanê nirxand û diyar kir ku ji Dadgehên Îstîklalê heta DGM’yan, daraz tu carî wek îro, wek komîsyoneke hiqûqî ya partiya siyasî nexebitiye û got: “Ev doz ne tenê darizandina me dike, darizandina piştevanî û siyaseta demokratîk dike. Hemû kesên ji piştevanî û siyaseta demokratîk bawer dikin divê çalak tevlî vê pêvajoyê bibin.”   *Mablatên girtiyan diyar kirin ku têkoşîna girtiyên siyasî ji bo wan serbilindî ye û banga piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê kirin û gotin: “Divê Abdullah Ocalan û hemû girtî azad bin.” DÎMEN HEYE   *Li Stenbolê rêxistinên jinan xwe ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê amade dikin. Li Stenbolê jin wê bi daxwaz, hêrs û coşa xwe kolanan tije bikin. DÎMEN HEYE