Dayika Şemiyê Menekşe Aydinlar: Çavên min hê jî li rê ye 2021-02-27 15:11:32   STENBOL - Dayika Cuneyt Aydinlar ê 27 sal berê di binçavan de hat windakirin li aqûbeta lawê xwe pirsî û got: “Nedîtina windayan şerma vî welatî ye. Ev şerm ji aliyê hêzên dewletê ve pêk hatiye. Kes nikare zarokên me bi me bide jibîrkirin. Dayikan bi êşê re rûbirû hiştine û ev sûcek mezin e.”    Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta zarok û xizmên xwe bipirsin di hefteya 831’emîn de çalakiya xwe berdewam kirin. Ji ber vîrûsa koronayê (Kovîd-19) çalakî bi rêya online hat lidarxistin. Dayikên Şemiyê di çalakiya li ser hesabên medya civakî de li dar xistin, li aqûbeta Cuneyet Aydinlar ê xwendekarê Zanîngeha Stenbolê bû û di 20’ê sibata 1994’an de di binçavan de hat windakirin pirsîn.    ‘Çavên min hê jî li rê ye’    Dayika Cuneyt, Menekşe Aydinlar ewilî axivî û destnîşan kir ku 27 sal in ew li benda edaletê ye û got: “Her tim çavên min li rê ye ku were lê nayê. Dilê min dişewite. Çavê min li rêya ye. Ez dixwazim dayikên kezeba wan dişewite negirîn. We çi kiriye ji kurê min bêjin. Ez dixwazim eşkere bikin. Bila dilê yên vê yekê kirin jî bişewite.”    ‘Nedîtina windayan şerma vî welatî ye.’    Apê Cuneyt, Recep Aydinlar jî anî ziman ku têkoşîna Dayikên Şemiyê têkoşînek pîroz e û got: “Nedîtina windayan şerma vî welatî ye. Ev şerm ji aliyê hêzên dewletê ve pêk hatiye. Kes nikare zarokên me bi me bide jibîrkirin. Dayikan bi êşê re rûbirû hiştine û ev sûcek mezin e.”    'Di hiqûqa navxweyî de tu pêşketinek çênebû'    Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn jî têkildarî dosyeya dozê agahî dan û destnîşan kir ku li gel hemû hewldanên wan jî di hiqûqa navxweyî de tu pêşketinek çênebû û dosyeya Cuneyt di refikên gemar girtî yê dozgeriyê de ye û devê dosyeyê hatiye girtin.    Xwest dewlet dawî li bêcezakirina 27 salan bîne   Daxuyaniya vê hefteyê ji Mirovên Şemiyê Nûran Ozturk xwend û behsa serpêhatiya windakirina Cuneyt kir. Nûran destnîşan kir ku Cuneyt di bin berpirsiyariya dewletê de hatiye windakirin û xwest dewlet dawî li bêcezakirina 27 salan bîne û wezîfeya xwe ya birêvebirina lêpirsînê bi cih bîne.