Çalakiya greva birçîbûnê ya li Mexmûrê dewam dike 2021-02-27 15:07:37   MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê hatiye destpêkirin, di roja 73’an de dewam dike.   Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê 73 roj li dû xwe hiştin.    'Banga min ji bo hemû jinên cîhanê ew e rabin ser xwe'   Derbarê çalakiya greva birçîbûnê de Dayê Zeyneb Kara wiha nêrînên xwe anî ziman: “Di serî de ez silavên xwe ji Rêber Apo bi rê dikim. Em ji bo azadiya Rêbertiya xwe tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûn. Heta ku em azadiya Rêber Apo ya fîzîkî bi dest nexin em ê dev ji çalakiyên xwe jî bernedin. Banga min ji bo hemû jinên cîhanê ew e rabin ser xwe û berxwedana xwe xurt bikin. Li ser wê esasê em dibêjin pêwîst e gelê kurd hemû bibin yek wê serkeftin a me be. Ev çalakiyên ku li her derê cîhanê belav bûye jî bi wate dibînim û çalakiyên xwe jî hîn mezintir bikin.”    ‘Divê her ciwanek ji bo azadiya Rêber Apo rabe ser xwe’   Jina ciwan Mizgîn Adanmiş jî wiha got: “Ez jî weke jinek ciwan ji bo azadiya Rêber Apo tevlî vê çalakiya greva birçîbûnê bûme. Ji bo em bikaribin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dest bixin pêwîst e em çalakiyên xwe hîn mezintir bikin. Weke tê zanîn jî li her deverê cîhanê jî ji bo azadiya Seroketî çalakî belav dibin ev jî vêya dide diyarkirin ku Rêber Apo êdî bûye Rêberekî gerdûnî. Lê ev asta heyî ya çalakiyan têrê nake ji bo wê jî pêwîst e hîn zêdetir belav bibe. Divê ciwan li her çar parçayên Kurdistanê rabin ser xwe û tevlî çalakiyan bibin.”