Çalakiya greva birçîbûnê di roja 93'yemîn de dewam dike 2021-02-27 09:12:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan li girtîgehan hatibû destpêkirin bi koma 19'emîn berdewam dike.    Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin bi koma 19'emîn di roja 93'emîn de didome.    Însiyatîfa Dayikên Aştiyê dest bi xebata dîplomasiyê kirin   Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê ji bo balê bikşînin ser grevên birçîbûnê di çarçoveya xebatên dîplomasiyê yên dan destpêkrin bi parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu re hatin gel hevdu. Gelek Dayikên Aştiyê beşdarî hevdîtina li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê hat kirin bûn.    Li dijî zimanê şer banga yekîtiyê    Dayikên di hevdîtinê de mafê axaftinê girtin binpêkirinên mafan ên rû didin vegotin û gotin wan 3 mehê grevên birçîbûnê li dû xwe hiştine. Dayikan gotin, "Erdogan bi zimanê şer diaxive. Divê em li meclîsê bibin yek û pêşî li vê bigirin. Em wekî dayik heta ji destên me bê dixwazin ji bo vê yekê tiştekî bikin. Ehlaqekî şer jî heye. Dilê me jî dişewite." Sezgîn Tanrikulu yê li dayikan guhdar kir anî ziman hatina wî ya li gel Dayikên Aştiyê ji bo wî rûmeteke û got daxwazên mafdar ên dayikan hene û bi salan e ew jî di warê parastina mafên mirovan de xebatan dike.