'Ger kujerê Îpek Er bihata darizandin wê keça min nehatiba kuştin' 2021-02-27 09:06:07   IDÎR - Dîlan Kok di temenê biçûk de ji aliyê Faruk Kok ve hat revandin û bi salan îşkenceya sîstematîk lê hat kirin û piştî dest jê berda hat qetilkirin. Dayika Dîlanê, Saniye Kok diyar kir ku dewlet gumanbaran ji deriyekî dike hundir û di deriyê din re derdixe derve û got: “Min keça xwe li derve parast lê min nizanibû ku wê kujer bê hundir bikuje.”Saniyeyê li dijî kuştinên jinan banga têkoşînê kir.   Li Tirkiyeyê şîdeta li hember jinan û qetilkirina jinan her diçe zêde dibe. Jinên ku rastî şîdeta sîstematîk tên an jî ewlehiya canê wan tune serî li qerekolan didin û tevî biryara dûrxistinê tê dayîn jî jin bi destên dewletê teslîmî şîdetê tên kirin. Yek ji van jinan jî Dîlan Kok a 25 salî bû. Dîlan ji aliyê mêrê bi navê Faruk Kok ê 48 salî ku 16 salan ji wê mezintir bû ve hat xapandin û revandin. Dîlan 9 salan rastî şîdeta sîstematîk hat.   Dîlan Kok a li taxa Karaagaç ya bajaroka Halfelî ya Îdirê dijiya, di 26’ê Çile de ji aliyê Faruk Kok ê ku dest jê berdabû ve li mala dê û bavê xwe hat qetilkirin. Piştî bûyerê Faruk Kok yê hat girtin got Dîlan qetil kiriye. Dayika Dîlanê, Saniye Kok tiştên ku keça wê jiyaye vegot.   ‘Keça min bi zorê revand’   Saniyeyê destnîşan kir ku keça wê di 16 salî de ji aliyê Faruk Kok ve hatiye xapandin û revandin û wiha got: “Faruk Dîlan bi tehdîdê ligel xwe girt. Min keça xwe 3 mehan nedît. Ez û cîrana xwe hinek li ber deriyê wan rûniştibûn. Em hatin malê Dîlan ne li malê bû. Ez çûm mala cîranan, min ji hevala wê pirsî li wir tunebû. Piştre Faruk li kurê min geriya û got Dîlan revandiye. Ez çûm qerekolê. Polîs lê geriyan. Polîsan her carê cihê wî tespît kirin lê ew dîsa reviya. Keça min biribû gundekî mala cerdevanekî. Hevjîna cerdevan xwestiye alîkarî bide keça min lê cerdevan nehiştiye. Dem ket navberê, malbat ketin navberê, gotin lihev bên. Min qebûl nekir. Min çi kir jî min pêşî nikaribû lê bigirta.”   ‘Min nizanibû ku kujer wê bê li malê keça min bikuje’   Sanyeyê destnîşan kir ku Dîlanê şîdeta ku didît ji kesî re nedigot û her tim rastî şîdetê dihat û got: “Faruk ji Dîlanê re digot ‘ez ê dayik û birayê te bikujim’. Dîlan bi zorê ligel xwe hişt. Keça min şîdeta ku didît kêm digot. Rojekê neviyê min hat mala me û got Faruk şîdetê dike. Li neviyê min jî xistibû. Pişta xwe nîşan da. Pişta wî reş bûbû. Keça min hat mala me bedena wê hemû reş bûbû. Çetel li çîmê wê xistibûn. Min keça xwe girt û êdî neda. Me doza berdanê vekir û dest ji hev berdan. Min keça xwe tenê nehişt. Min tenê nedişand derve. Diçû serşoyê jî ez ligel keça xwe diçûm. Rojekê ji paceya dawî ket hundir û keça min kuşt. Keça min qêriya ez ketim hundir ku keça min jiyana xwe ji dest daye. Min keça xwe li derve parast lê hat hundir keça min kuşt. 25 roje keça min di bin axê de bi min re naaxive. Min ligel wê ji xwe re jî gor girt. Ger kujerê Îpek Er bihata darizandin wê keça min nehatiba kuştin.Dewlet tiştekî nake. Ez banga têkoşînê li jinan dikim. Kes tunebe jî ez ê tenê têbikoşim.”