ROJEVA 27'Ê SIBATA 2021'Ê 2021-02-27 09:00:00   *Li dijî projeya “Zanîngehên Jinan” bertek zêdetir dibin. Endamên Kordînasyona Jinên Ciwan destnîşan kir ku bi vê projeye jina îtaetkar tê armanckirin. Her wiha anîn ziman ku bi van projeyan nikarin têkoşîna jinên ciwan asteng bikin. DÎMEN HEYE   *Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag da zanîn ku doza Kobanê, dubarekirina darizandin û cezakirina Seyît Riza, Şêx Saît û 49’an bû lê negiştiye armanca xwe û got: “Li dîroka nêz binêrin, ji girtina DEP’iyan bigirin heta darizandinên KCK’ê piştî hemû êrîşan tevgera siyasî ya Kurd xurtir bûye.”   *Şerîfe Bîlîcî ya di çarçoveya operasyonên KCK’ê de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ 11 salên xwe li girtîgehê bi surgun û îşkenceyê derbas kir wiha got: “Her çiqas zor be jî li aliyekî din jî 11 salên watedar hene, di nav çar dîwaran de li cîhanê geriyam. Em bi fîzîkî hatin girtin, lê fikr û hestên me azad bûn.” DÎMEN HEYE   *Jinên Êlihê ku dest bi xebatên 8’ê Adarê kirin, diyar kirin ku bernameyên îsal wê hîn bi coştir derbas bin û gotin: “Hedefa me ev e ku em dengê jinan bilind bikin û terîdê bi hev re bişkînin.”DÎMEN HEYE   *Jinên Şengalî yên ku vegeriyane ser warê anîn ziman ku ew gelekî kêfxweş in ku vegeriyane ser axa xwe û wiha gotin:"Berî fermanê jiyana gundê me xweştir bû. Lê niha em  kêfxweş in ku vegeriyan ser axa xwe."DÎMEN HEYE   *Dîlan Kok di temenê biçûk de ji aliyê Faruk Kok ve hat revandin û bi salan îşkenceya sîstematîk lê hat kirin û piştî dest jê berda hat qetilkirin. Dayika Dîlanê, Saniye Kok diyar kir ku dewlet gumanbaran ji deriyekî dike hundir û di deriyê din re derdixe derve û got: “Min keça xwe li derve parast lê min nizanibû ku wê kujer bê hundir bikuje.”Saniyeyê li dijî kuştinên jinan banga têkoşînê kir.DÎMEN HEYE