Li Sêrtê starta 8'ê Adarê: Serîhildana Sarayan hinceta jiyaneke nû ye 2021-02-26 17:10:08     SÊRT - TJA'yê starta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Sêrtê da. Jinan astengî derbas kirin û daxuyanî dan. Jinan gotin:"Serîhildana Sarayan hinceta jiyaneke nû ye."   Li Sertê  Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya 8'ê Adarê bi dirûşma "Li dijî qirkirina jinê jiyanê li dijî tecrîdê em  azadiyê diparêzin" daxuyanî da û starta xwe da. Komeleya Jinê ya Rosayê, aktivîstên TJA'yê, Meclîsa HDP'ê, Serokwekîla Komê ya HDP'ê Meral Daniş Beşdaş, Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca, Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziya Tosun û hevserokên bajar û navçeyê beşdar bûn. Ji bi pankartên "Ji qirkirna jinê re na" û bi dowiza "Jin jiyan azadî beşdar bûn".   Jin bi dorpêçkirina polîsan hatin xwestin bên astengkirin. Jinan tevî astangiyan daxuyanî dan.    Meral Daniş Beşdaş a di destpêkê de axivî wiha got:"Deskeftiyên jinan di bin êrişan de ne. Em ê van destkeftiyan biparêzin. Li dijî astengiya polîsan jinan bi dirûşmên xwe li berxwe dan. Li vî welatî tecrîd heye lê têgeha tecrîdê tê astengkirin. Lê em ê hemû jin xwe bi têkoşîna rêxistina xwe bigirin. Ew ê têkoşîna me bidome."   Şîlan Kan a daxuyanî xwend wiha got:"Jin li her derê tên qetilkirin. Dixwazin jinê bê îrade bihêlin. Bi tundî û xizaniyê em rû bi rû tên hiştin.  Em ê bi serîhildana xwe polîtîkayên qedexeyê vala derxin. Ewê Serîhildana Sarayan hinceta jiyaneke nû be. Em dibêjin em kurd in em jin in em li vir in."   Piştî axaftinan daxuyanî bi dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana jinan” bi dawî bû.