Dê jin di 8'ê Adarê de li dijî tecrîdê li qadan bin 2021-02-26 16:13:59   ÎZMÎR - Jinên TJA'yî û HDP'ê yên bi dirûşma "Li dijî qirkirina jinê jiyanê, li dijî tecrîdê em azadiyê diparêzin" hevdîtina jinê pêk anîn, diyar kirin ku ew ê di 8'ê Adarê de li Kolana Şehîdên Kibrisê bin.    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê wê di çarçoveya bernameya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de li Rêxistina HDP'ê ya Bayrakliyê hevdîtina jinê pêk anî. Gelek jin beşdar bûn.    'Tecrîd li her derê ye'   Înayet Keklik a HDP'yî bal kişand ser polîtîkayên tecrîdê û wiha:"Tecrîd ne tenê li girtîgehan li her derê belav bûye. Hevjînên me zarokên me jî di greva birçîbûnê de ne û dewlet asteng dike ku em rewşa zarokên xwe hîn bibin. Dema li derve em li erebeyan jî siwar dibin HES kodû dixwazin. Dema tune be em nikarin siwar bibin. Ev jî tecrîd e. Nivîs û xwendina min tune ye. Hevjînê min jî nasnameya wî tune ye. Çawa zextê li girtiyan dikin li me jî dikin."   Piştî Înayetê Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Îzmîrê Turkan Poyraz ragihand ku ew ê di 8'ê Adarê de saet di 18.30'an de li li Kolana Şehîdên Kibrisê bin.