Ji bo jinên girtî qert hatin şandin 2021-02-26 15:54:23   AMED - Di çarçoveya xebatên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de, jinan ji bo jinên girtî qert şandin.    Tevgera Jinên Azad (TJA), dê 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê bi dirûşma "Li dijî qirkirina jinê em jiyanê li dijî tecrîdê em azadiyê diparêzin" pêşwazî bikin. Ber bi 8’ê Adarê ve jin çalakiyan li dar dixin. Di çarçoveya xebatên 8’ê Adarê de, jinan li navçeya Yenîşehîrê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ji bo girtiyên jin qert şandin.