Tevgera Jinên Ciwan a Wargeha Mexmûrê civîna salê li dar xist 2021-02-26 14:57:25     MEXMÛR - Îro Tevgera Jinên Ciwan a Wargeha Mexmûrê bi beşdarbûna hemû jinên ciwan civîna xwe ya salekê li dar xist.   Tevgera Jinên Ciwan a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi amadebûna hemû endaman civîna xwe ya salê li dar xist. Civîn li Navenda Tevgera Jinên Ciwan Mexmûr (TJCM) hat lidarxistin. Beriya ku civîn dest pê bike ji bo tevahî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin.    Piştî rêzgirtinê axaftina vekirinê Viyan Budak kir û got: “Em di serî de bi xêrhatina hemû delegeyên xwe dikin. Em ê di civîna xwe de kar û xebatên salekê bi nêrînên hevpar bigirin dest û nîqaşan pêş bixin. Li ser vê esasê em ê dest bi civîna xwe bikin. Em di vê baweriyê de ne ku wê nêrîn û encamên hevbeş derkeve holê.”   Piştî axiftina vekirinê rapora kar û xebatên salekê hate xwendin û piştî wê sînevîzyonek ji perspektîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat pêşkêşkirin. Li ser vê esasê jî nîqaş hatin pêşxistin.