Bîranîna Rohat û Mehmet ên hatin qetilkirin, hat astengkirin 2021-02-26 14:49:41     RIHA - Li Rihayê, polisan bîranîna ku wê ji bo rojnameger Rohat Aktaş û Mehmet Yavûzel ê DBP’î ku li jêrzemînên Cizîrê hatibûn qetilkirin, bihata kirin, asteng kirin.    Midurê Karên Nivîsê yê Azadiya Welat Rohat Aktaş û Endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Yavûzel, dema qedexeyên derketina derve yên li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di “jêrzemînên wehşetê” de bi şewitandinê hatibûn qetilkirin. Polisan, bîranîna ku wê îro li ser gorên wan ên li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bihat kirin, asteng kirin.    Beriya saeta bîranînê Goristana Malbatê ya Pirsûsê ji aliyê polisan ve hat dorpêçkirin. Dema ku malbata Rohat û Mehmet, rêveberên Komeleya Rojnamegerên Dîcle û Firatê (DFG) û HDP’î hatin goristanê, polisan wan asteng kir û bi hinceta qedexeya Walîtiya Rihayê destûr neda ku derbasî goristanê bibin.    ‘Ez bi tena serê xwe nikarim vê êşê hilgirim’   Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, bertek nîşanî dorpêça polisan da û ev tişt got: “Li vir sûc tê kirin. Li tu dera dinyayê pêkanîneke bi vî rengî nîne. Destûr nadin ku em serdana goristana kesên ku li jêrzemînan bi awayekî hovane hatin qetilkirin, bikin. Piştî nîqaşa ku hat kirin polisan gotin ku wê tenê destûr bidin Surucu û dayika Aktaş Melîha Aktaş. Melîha Aktaş, li dijî vê derket û diyar ku bi wê tena serê xwe neçe ser gora kurê xwe û ev tişt got: “Ez bi tena serê xwe nikarim vê êşê hilgirim. Bila ev jî bibe şerma kesên ku me asteng kirin.”   'Em vê nêzikbûnê şermezar dikin'   Ji ber astengkirin polian li ber goristanê daxuyanî dan. Ayşe, di daxuyaniyê de axivî û ev tişt anîn ziman: “Beriya 5 salan li jêrzemînên Cizîrê dora 100 kesî de ji hêla dewletê ve hatin qetilkirin. Li gel ku di ser 5 sal derbas bûye jî hesabê vê nedane. Îro malbat dixwazin biçin ser gora zarokên xwe, lê li pêşiya me barîkatan datîne û me asteng dikin. Em vê nêzikbûnê şermezar dikin.”   'Em ê têkoşînê bişopînin’    Piştî Ayşe, rêveberê DFG’ê Zeynel Bûlût jî axaftinek kir û ev tişt gotin: “Dibe ku îro destûr nedin lê 50 sal derbas bibe jî em ê vê têkoşînê bişopînin. Em hevalên xwe bi bîr tînin û diyar dikin ku em têkoşîna wan bişopînin.”   Piştî daxuyaniyê girse derbasî mala malbata  Rohat Aktaş bû.