Li dijî zanîngehên jinan banga 'seferberiya xemrî' 2021-02-26 14:03:26     STENBOL - Endamên Meclisa Jinên Ciwan a HDP'ê, diyar kirin ku ew "zanîngehên jinan" ku îqtîdar ferz dike naxwazin û gotin, "Niha li dijî kesên dixwazin me bê pêşeroj bihêlin dem dema daketina qadan û derketina ji kampusan e."    Koordînasyona Meclisa Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê  li dijî zanîngehên jinan bi dirûşma, "Em zanîngehên jinan ku pêşeroja me tarî dikin" naxwazin civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn ku li avahiya HDP'ê hat lidarxistin, parlamentera DHP'ê ya Amedê Dêrsim dag jî tevli bû.   'Proje jinan asteng dike'   Parlamenter Dersim Dag, di civînê de axivî û got: “Desthilatdarî ev 20 salin, ji bo ku jina kole ava bike, pergala perwerdê bi kar tîne. Bi vê projeya mînaka wê ji Japonya girtiye, dixwaze jinan hespî malan bike. Ev projeya sinordarkirina jinane. Lê jin vê projeyê naxwazin. Bi vê projeyê dixwazin sinoran ji bo jinan xêz bikin. Em baş dizanîn ku wê di van zanîngehan de çi perwerdê bidin jinan. Desthilatdariya ku faîl û qatilên jinan ceza neke, hewl dide zanîngehên jinan ava bike. Ev nakokiyek mezine. Armanca wan ne perwerde kirina jinane, hepiskirina jinane. Em ê li dijî zanîngehên jinan, ji bo qadên demokratîk, azadîxwaz, zimanê zikmakî, nasnameya jinan û perwerdeya jinan, têkoşîna xwe dewam bikin. Em bang li hemû jinan dikin, vê pergala perwerdê ya ku serdest dixwaze bixe bin serweriya xwe dikin ku red bikin.”    'Dixwaze jinan ji perwerdê dûr bike'   Endama Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP’ê Esengul Kiliç jî da zanîn ku AKP bi projeya zanîngehên jinan, dixwaze ku jinên ciwan bi feraseta xwe pêş bixe. Esengul, destnîşan kir ku hikumeta AKP’ê bi vê polîtîkaya xwe ya qirêj, xeyal û hêza ciwanan dê ji holê rabike. AKP hewl dide dînamîzmaya ciwanan tune bike û li gorî xwe ciwanan rêve bibe. Hikumeta AKP’ê ji sala 2002’an ve polîtîkayên dijminantiya jinan bi rêve dibe. Niha jî dixwaze di pergala perwerdê de biçe hin guhertinan û bi vê rêbaza perwerdê jinan ji jiyana perwerdê dur bike. Ji bo vê em dibêjin emê çavên xwe li darbeyên Erdogan negirin. Em bang li hemû kesî dikin ku li dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe bi seferberiya xemrî bidomînin.”