Li Mexmûrê koma 36'emîn çalakiya grevê dewr girt 2021-02-26 11:07:05   MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê hatiye destpêkirin, îro bi merasîmekê koma 36'an dewir girt.    Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê  îro bi merasîmekê ji aliyê koma 36’emîn ve hat dewirgirtin.   Çalakî di roja 72’emîn de berdewam dike.    Çalakvanê bi navê Xurtîş Şirnex axivî û got: “Armanca çalakiya me ji bo azadiya Serokatî ya fizikî ye. Hevalên di girtîgehê de ne bi vê armancê çalakî dane destpêkirin. Em jî weke wargeha Şehîd Rustem Cudî dibêjin ev berxwedan ya me ye jî û em jî di nava vê berxwedanê de ne. Planên Erdoganê faşîst ew bû ku di vê meha Sibatê de jî hin planên nû li ser tevgera azadiya Kurd û gelê Kurd bimeşîne. Em dizanin ev 23 sale Serokatî  di girtîgehê de ye. Di dehê Sibatê de êrişa li ser Garê pêk hat bi vê yekê xwestin xewn û xeyalên xwe yên cuda pêk bînin, lê berxwedana hevalan tevahî plan vala derxistin û ew plan ser neketin. Dixwestin cardin di şexsê tevgera azadiya Kurdistanê de qirkirinek nû bidin destpêkirin. Lê, ruxmê ewqasî teknîkên xwe jî rastî berxwedanek dîrokî ya PKK’ê hat. Bi taybetî ev berxwedan ji bo hevkarên dewleta Tirk PDK'ê jî dersekê dîrokî bû. Li Garê binket niha jî êrişê xwe biriye ser HDP' ê. Bi rastî jî vê berxwedanê, da diyarkirin ku gerîlayên azadiya Kurdistanê li hember her tiştê wê berxwe bide û serbikeve. Em bejna xwe li hember şehîdên Garê ditewînin, şehîdên me rûmeta me ne. Em tu carî şehîdên xwe ji bîr nekin, li ser şopa wan bimeşînin. Pêwîst e her çar perçeyê Kurdistanê di nava seferbertiyê de be. Di dîrokê de du rê hene, berxwdan û xiyanet. Cihê ku berxwedan hebe, li wir jiyan heye û serkeftin heye. Em baş dizanin ku ger dijmin li Garê serbiketiba wê yekser hatiba wargeha Mexmûrê. Ji bo wê berxwedan wê me bigihijîne serkeftinê.”   Merasîm bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” , “ Bijî berxwedana Garê” û “Bijî berxwedana Girtîgehan” bi dawî bû.