Platforma Jinan a Enqereyê wê bêjin ‘Em ji bo azadiya xwe di serhildanê de ne’ 2021-02-26 09:04:34   ENQERE - Platforma Jinan a Enqereyê di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de wê bêjin "Em li dijî newekhevî, xizanî, şîdeta mêr û dewletê ji bo azadiya xwe serî hilbidin.” Endama Platformê Latîfe Demîrcî Kahya û Fatma Kiliçarslan diyar kirin ku têkoşîna wan ya ji vir şûnde wê hûnandina têkoşîna jinê ya yekbûyî be.   Jin îsal 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê di bin şertên pandemiyê de pêşwazî dikin. Di çarçoveya Roja Jinan de bername didomin û ji bo mîtîngên pêk tên jin amadekariyan didomînin. Jinên Enqereyê jî bi pêşengiya Platforma Jinên Enqereyê wê 8’ê Adarê pîroz bikin. Platforma Jinan a Enqereyê di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de wê îsal bi dirûşma "Em li dijî newekhevî, xizanî, şîdeta mêr û dewletê ji bo azadiya xwe serî hilbidin." Li Kolana Sakaryayê çalakiyê pêk bînin. Ji Platformê Latîfe Demîrcî Kahya û Fatma Kiliçaraslan der barê plansaziya 8’ê Adarê û têkoşîna wê bimeşînin de axivîn.   ‘Platform ji 2006’an heta niha têdikoşe’   Latîfeyê diyar kir ku Platforma Jinan a Enqereyê ji 2006’an heta niha beyî belav bibe xwe berdewam dike û got: “Heta îro, platformeke din wisa demdirêj faliyet nemeşandiye. Ji ber vê jî berdewama wê girîng e. Jin îsal ji ber pandemiyê bi cureyên şîdetê re hatin rû hev. Lê kolan terk nekirin. Di pandemiyê de hem bernameyên kolanan hatin kirin û hem jî yên li ser çapemeniya civakî hatin kirin. Di vê pêvajoyê de dixwazin qanûna Nefeqê bînin rojevê lê bi hêza rêxistinên jinan neçar man qanûnê şûnde bikişînin.”   ‘Em natirsin, bêdeng nabin, li jêr nanêrin’   Latîfeyê di berdewamiyê de daxuyakirin ku fikirîne ku îsal şîara wan çibe û wiha axivî: “Me got em newekhevî, xizanî şîdeta li hember jinê derxin holê. Dirûşma me jî ‘Em li dijî newekhevî, xizanî, şîdeta mêr û dewletê ji bo azadiya xwe serî hilbidin.’ Bi pandemiyê re gelek jin ji kar hatin avêtin. Herî zêde jin mexdur bûn û xizan bûn. Keda jinê êdî nayê dîtin. Bi taybet em li dijî polîtîkayên li hember jinê dest ji azadiya xwe bernadin. Me li ser vê dirûşme diyar kir.”   ‘Em li dijî şîdeta mêr têdikoşin’   Latîfeyê destnîşan kir ku roj bi roj binpêkirinên mafan yên li hember jinan zêde dibin û di çalakiyên Bogazîçî de kesên LGBTÎ û xwendekar hatine binçavkirin û rastî lêgerîna tazî hatine û ev tişt anî ziman: “Di hemand em ê de hevalên me yên girtî jî bi sîstematîk rastî vê pêkanînê tên. Em li dijî şîdeta mêr di têkoşînê de ne. Bi qeyûman re, girtina saziyan re hemû mekanîzmayên ku jin serî lê bidin hatine tunekirin. Li aliyê din jî polîtîka bêcezabûnê ya di şîdeta li hember jinê de di dewrê de ye. Em ê di têkoşîna xwe de vê li plana pêş bigirin.”   ‘Em ê ji bo gelên xwe li kolana bin’   Latîfeyê di berdewamiyê de wiha nêrînê xwe anî ziman: “Li gorî bajarên din li Enqereyê jin zêdetir rastî şîdeta polîs hatine. Piştî OHAL’ê şûnde kolan li jinan hatine qedexekirin lê tu jinî li dijî qedexeyan serî netewandiye. Di 25’ê Mijdarê de jin dîsa derketin holê. Em jin ji bo mafên xwe li kolananin û tu kes nikare pêşî li vê bigire. Em Platforma Jinan a Enqereyê di 8’ê Adarê de wê li Kolana Sakaryayê bên cem hev. Saet di 14.30’an de em ê bên gel hev û dengê xwe bilind bikin. Her wiha êvarê saet di 18.00’an de em ê tevlî Meşa Şevê ya Femînîst bibin.”   ‘8’ê Adarê bo me girîng e’   Fatma Kiliçarslan jî bi lêv kir ku sala borî piştî 8’ê Adarê şûnde ji ber pandemiyê gelek qedexe hatine û ev saleke tevî astengiyan têkoşîna jinan meşyaye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îsal jî em ê li kolanan bin. Ev 8’ê Adarê bo me girîng e. Bi taybet êrîşên AKP û MHP’ê yên li hember jinan her diçin zêde dibin. Ji ber Peymana Stenbolê anîne rojevê dixwazin pêşî li têkoşîna jinan bigirin. Bêguman di vê pêvajoyê de Peymana Stenbolê bi bandor pêk nehat. Me jî têkoşîna vê da.”   ‘Em hewl didin têkoşîna yekbûyî bihûnin’   Fatmayê daxuyakirin ku rojê herî kêm 4 jin tên qetilkirin û civak li dijî van komkujiyan bêdeng dimîne û axivî: “Ji ber dewlet kujer diparêze. Em li dijî vê têdikoşin. Ji ber mafê me yê herî sereke ji destê me tê girtin. Têkoşîn mafê me yê herî rewaye. Em hewl didin li dijî êrîşan têkoşîna yekbûyî bihûnin”   ‘Em ê di 8’ê Adarê de li kolanan bin’   Fatmayê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku demên dawî de li welat li dijî hemû kesên ku dengê xwe bilind dikin zext zêde bûne û wiha dawî lê anî: “Bi taybet jinên di 25’ê Mijdar û 8’ê Adarê de derdikevin kolanê rastî êrîşa sîstematîk tên. Emniyeta Enqereyê di 25’ê Mijdara borî de ji bo pêşî li jinan bigire her tişt kir lê tevî vê jin bi girseyî derketin kolanê. Niha xebatên me yên 8’ê Adarê didomin. Em ê bi pêşengiya Platformê di 8’ê Adarê de li kolanan bin. Em ê bi coşek mezin li kolanan bin.”