‘Em ê her roj zimanê kurdî zindî bihêlin’ 2021-02-26 09:01:01   Sema Çaglak   AMED - Der barê kampanyaya “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî”,“Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê” de endama sekreteriya Tora Ziman û Çanda Kurdî, Zuhal Tekîner diyar kir ji bo vê kampanyayê hêviya wan mezin e. Her wiha mamosteya MED-DER’ê Gulîzar Tellîoglu jî destnîşan kir dê li dijî xetereya windabûna ziman kurdî xebatên xwe bidomînin.    Bi pêşengiya Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî kampanyaya îmzayê ya “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî” û “Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê” di 22’ê Sibatê de hat destpêkirin. Kampanya dê bi îmzeyên dîjîtal û fîzîkî berdewam bike. Dê ev îmze di dawiyê de radestî Meclîsa Tirkiyê werin kirin. Têkîldarî mijarê Endama Sekreterya Tora Ziman û Çanda Kurdî Zuhal Tekîner û mamosteya Komelaya Lêkolîna Çand û Zimanan a Mezopotamyayê (MED - DER) Gulîzar Tellîoglu axivin.   ‘Kampanya ji bo tevahî Gelê Kurd e’   Zuhal diyar kir ku wan dixwazin astengiyên li ser ziman derxin holê û wiha axivî: “Di destpêka vê kampanyayê de bi hevkariya Tora Ziman û Çanda kurdî û Platforma Zimanê Kurdî re gav hat avêtin. Lê bingeha Tora ziman de hemû saziyên ziman cih digirin. Ji xeynî vê wekî tê zanîn di bingeha Platforma Zimanê Kurdî de 9 partiyên siyasî yên kurd cih digirin. Her wiha girîngiya ziman û astengiyên li ser ziman çiqas diyar be jî aliyên axaftin, nivîsandin û xwendinê de kêmasî hene. Di heman demê de em dixwazin xwesteka gel ya li ser zimanê bi çi avayî derxin holê. Kampanyaya ku me da destpêkirin kampanyaya herî mezin û yekem e. Yekemîn e ji ber ku di hêla ziman de heya niha çiqas xebat hatibe kirin jî, xwesteka tevahî kurd ya aliyê ziman de neaniye cih. Vê kampanya hinek li ser van babetan jî disekine.”   Zuhal banga tevlîbûna kampanyayê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev kampanya hem bi rêya dîjîtal hem jî bi rûbirû dê bimeşe. Yên ku ji bo medyaya civakî derfetê wan tune be, em dixwazin xwe bigihînin wan û piştgiriya vê kampanyayê zêdetir bikin. Ji bo vê kampanyayê hêviya me mezin e dê em bi xurt dest pê bikin.”   ‘Perwerdehiya bi zimanê zikmakî gavekê bingehîn e’   Gulîzar, di axaftina xwe de bal kişand li ser girîngiya perwerdehiya zimanê zikmakî û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Zimanê me di bin xetereya windabûnê de ye. Em jî ji bo ku pêşiya wê xetereyê bigirin hewil didin ku zimanê perwerdehiyê bibe zimanê kurdî. Lewra em aliyê perwerde û pêşxistina zimanê de zêdetir dixebitin. Mebesta vê kampanyayê jî ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye çimkî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ji bo tevahî Gelê Kurd gavekê bingehîn e.  Ji bo ku kurdî xwe bigihîne her qadên jiyanê.”   Gulîzar diyar kir ku ji bo girîngiya 21’ê Sibatê wan devrûkên bi nivîsên kurdî belav kirine û dê ew xebat berdewam bike û got: “Me wan devrûkan belavê gelek deveran kir. Ji bo ku zimanê kurdî li her derê xwe zindî bike. Divê em zimanê têxin hundirê mal, bazar, siyaset û civakê. Em hêvî dikin ku dê pêşerojê de zimanê kurdî bixin zimanê perwerdehiyê.”