Ligel dorpêçê gotin 'Dem dema yekitiyê ye' 2021-02-25 15:13:23     MÊRDÎN - Xebatên yekitiya neteweyî ya ku ji hêla KCD, TJA, DBP û HDP'ê ve li Mêrdînê dihat meşandin îro li Qoserê bi dawî bû. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz diyar kir ku nehiştin meş bê lidarxistin û got: "Îro dorpêçkirina tevahiya Qoserê rewşa Tirkiyeyê nîşan dide. Di dîroka kurdan de em dibînin ku kurd her tim di nava têkoşînê de bûn û tu carî zilmê qebûl nekirine. Em carek din dibêjin dem dema yekitiyê ye û dem dema azadiyê ye."    Şandeya ku ji Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) pêk tê bi dirûşma “Dem dema yekitiya netewî û azadiyê ye” li Mêrdînê di 16'ê sibatê de dest bi xebatên xwe kiribûn. Îro jî li Qada Azadiyê ya navçeya Qosera Mêrdînê bi meşekî xwestin dawî li xebatên xwe yên li Mêrdînê bînin. Lê qad ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin û nehiştin meş bê lidarxistin.    Lê şande jî li ser cadeya Azadiyê daxuyanî da çapemeniyê û di daxuyaniyê de pankarta "Dem dema azadiya netewî ye û  ji bo azadiya netewî rabin ser piyan" vekirin. Her wiha dovîzên wekê "Bijî azadî", "Têkoşîna jinê nayê asteng kirin", "Bi rihê ciwanan ber bi yekitiya netewî ve", "Rabe ser lingan, niha dema azadiyê ye" û "Em ê faşîzmê biruxînin" hatin rakirin. Daxuyanî ji hêla Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz ve hat dayîn.    'Dorpêçkirina Qoserê rewşa Tirkiyeyê nîşan dike'   Salîha di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser astengiyên polîsan û got: "We dît ku ligel astengiyan û gefan gelê me tucar bêdeng namîne. Ji her carî zêdetir li ber xwe didin. Serê sibê de Qada Azadiyê hatiye dorpêçkirin û komên ku ji navçeyên din dihatin hatin astengkirin. Ev hefteyeke em xebata xwe didin meşandin. Hûn dibînin û hûnê bibînin hûn nikarin me asteng bikin. Ev dîmenên Qoserê rewşa Tirkiyeyê nîşan dike. Ev rewş rewşa tecrîtê ye. Em dibînin tecrîta li Îmraliyê çawa li tevahî Tirkiyeyê belav bûye."   'Em ê bi hev re tecrîdê bişkînin'    Salîha da zanîn ku tecrîd berdewamiya polîtîkayên şer e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Her ku tecrît berdewam bike polîtîkayên şer, qeyrana aborî, nexweşiyên navxweyî kurtir dibe. Binpêkirina mafan zêdetir dibe. Hemû girtîgeh vedigerînin Îmraliyê. Ji bo aramiya civakê û gelan pêwîste di serî de tecrîd were şikandin. Ger were xwestin Tirkiye bibe warek demokrat pêwîste tecrîd were şikandin. Grevên birçîbûnê yên hatine destpêkirin ji li dijî vê hatine destpêkirin. Em weke partiyên siyasî ji soz didin ku em ê ev bar tenê li ser milê girtiyan nehêlin. Em ê li dijî hişmendiya faşîst ya îqtidarê têbikoşin. Em ê bi hev re tecrîdê bişkînin."   'Dem dema azadiyê ye'   Salîha destnîşan kir niha dem dema azadiyeyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di dîroka kurdan de em dibînin ku kurd her tim di nava têkoşînê de bûn û tu carî zilmê qebûl nekirine. Li Tirkiyeyê bi dehan îqtîdar hatin çewisandin û ruxiyan. Wê îro ji bi heman rewşî were ruxandin. Ji ber vê sedemê ji niha dem dema yekitiyê ye. Niha dem dema azadiyê ye. Dem dema qezençkirinê ye. Dem dema bilindkirina siyaseta demokratîk e."   Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî azadî" bi dawî bû.