TAJÊ bernameya xwe ya 8'ê Adarê aşkera kir 2021-02-25 13:45:41     ŞENGAL - TAJÊ bi dirûşma “Bi têkoşîna jinên Êzidî azadiya rêbertî û xweseriya Şengale wê misoger bibe” dest bi xebatên 8'ê Adarê kir. TAJÊ, bi daxuyaniya nivîskî diyar kir ku îro li Şengalê di hişmendiya bi hezaran salan a baviksalarî de guhertin çêdibin û got: "Jin di qada civakî, aborî, siyaset, leşkerî, çand û hûnerê de cihê xwe girtiye. Lê divê em kêlî bi kêlî di nav têkoşînê de bin."    Bi minasebeta 8'ê Adarê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) daxuyaniyek nivîskî weşand û plansaziya xwe ya çalakiyan aşkera kir. Îsal 8'ê Adarê bi dirûşmeya “Bi têkoşîna jinên Êzidî azadiya rêbertî û xweseriya Şengale wê misoger bibe” tê pêşwazîkirin.    Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin: "Em vê rojê serî de li Rêber Apo, tevahî jinên azadîxwaz, têkoşer, berxwedêr, jinên ku niha li zindanê, di girêva birçûbînê de ne û li hemû girtiyên azadiyê pîroz dikin û dibêjin wê ev berxwedana me bi serkeftin û bi bilindkirina ala azadiyê re tacîdar bibe.    Di dîrokê de gelek jinên pêşeng derketine ku li dijî bê dadî, bê mafî û bindestiyê têkoşîn dane. Serî ji zilma desthilat û hişmendiya baviksalarî re netewandin e. Îro em jinên Êzidî, jî peyrevên van jinên pêşeng û xwedî vîn în. Şengala ku hat qerexa qirkirinê em ê, ji nûve avabikin, ala ku wan rakiriye bigihînîn roja serkeftinê.    Berxwedana jinê wek pêlekî herîkandin dîrokê...   Jixwe piştî fermanê wekê jin me, dest bi pêla rêxistinkirinê kir û xwest ku em tola hemû fermanan bi jina rêxistin kirî, şareza û zana hilînîn. Lewma me xebatê xwe ya perwerde kirinê, gund bi gund meşand û heya roja îro aniye.    Em bi karesatek mezin re rûbirû hatine, ji me bi hezaran jin dîl ketin destê DAIŞ’ê, gelek jin ji bo radest nebûn nekevin destê DAIŞ’ê xwe ji lat û zinaran avêtin. Mînakên wan jî weke Daye Gule heta keliya dawî li ber xwe daye û Cîlana ciwan ji bo nekevê destê DAÎŞ’e dawî jiyana xwe anî ye. Kevneşopiya sedan sala ya berxwedaniya jinê wek pêlekî herikandin dîrokê.   Bingeha çareseriyê xwe rêxistinkirin e   Îro em heyfa hemû ferman û êrîşên hêzên desthilatdar bi berxwedan û serî netewandin û bi  pêşketinên civaka xwe re hiltînîn.  Lewma di her qada jiyanê de cihê xwe digrin û rengê jinê didin her qadekî.    Îro li Şengalê di hişmendiya bi hezaran salan a baviksalarî de guhertin çêdibin. Gavên nû tên avêtin. Jinê di qada civakî, aborî, siyaset, leşkerî, çand û hûnerê de cihê xwe girtiye. Lewma civaka Êzidî bi vî rengî pêş dikeve.    Herçiqas têkoşîna azadiya jinên Êzidî gihaştibe astekî girîng jî, hîna bûyerên xwekujî rûdidin û ev jî dide nîşandan ku gelek pirsgirêkên yên malbatî nehatiye çareserkirin. Ji ber vê êşa mezin divê xebat hê bi berfirehtir bê meşandin. Lewma em dibêjin bingeha hemû çareseriyan xwe rêxistinkirin e.    Divê kêlî bi kêlî di nava têkoşînê de bin    Di cîhanê de jin, li seranserê cîhanê jî ji mafên xwe yê civakî, aborî, tevlîbûna jiyana polîtîk, perwerde û gelek qadên din de jî rastê neheqiyan tê, tundiya li ser jinê ne qediyaye. Lewma ne tenê roja 8’ê Adarê divê hemû rojên me bibe rojên bilindkirina têkoşîna azadiyê û divê em her roj, her kêlî di nav têkoşînê de bin.    Îro wek jin, him jî wek civaka Êzidî em, li dijî şîdet, destdirêjî, neheqî û zilma li ser jinan tê meşandin dengê azadî, wekhevî û hevrabûna gelan bilind dikin. Di dîroka mirovahiyê de kilîta ku derî li azadîya gelan vekiriye azadiya jinê ye. Lewma ji bo ku civak azad bibe, divê pêşî jin azad bibe.    Em ê têkoşîna wan bighînin serkeftinê   Wek tê zanîn jin xelaka hemû nirxên pîroz e. Em wek jinên Êzidî zext, tundî û destdirêjiya ku li seranserê cihanê rû dide şermazer dikin û hemû kiryarên dijî jinê li ser xwe dibînîn. Bang li raya giştî ya jinê dikin tu neheqiyê li ser xwe, li ser zayenda xwe û mirovahî qebûl neke.    Têkoşîna ji Xatuna Fexra, Zarîfa Osê, Stiya Nisra, Clara Zetkîn, heya Besê, Zarîfe, Leyla Qasimê, ji Xanê, heya Hevrîn Xelef, Sara, Berîvan Agal  û Berîvan Şengalî hemû jinên ku di tekoşîna azadiyê de şehîd bûne bibîrtinîn û soz didin ku em ê têkoşîna wan bighînîn serkeftinê."    TAJÊ 8'ê Adarê bi dirûşmeya "Bi têkoşîna jinên Êzidî azadiya rêbertî û xweseriya Şengale wê misoger bibe" peşwazî bike û her wiha bernameya xwe ya çalakiyan jî wiha aşkera kir:   "* Ji 26'ê sibatê şûnde bi hemû pêkhateyên li Şengale li hemû bajarok û li gundan bi jinan re civîn û semîner bên lidaxistin.    * Ji 1’e adarê heta 3’ye adarê li hemû kolan û gundan afiş bên daliqandin.   * Ji 5’e  adarê heta 7’ê Adarê belavok bên belavkirin.    * Roja 8'ê Adarê jî bi tevlîbûna hemû pêkhatêyên jinên Şengalê pîrozbahiyeke navendî bê lidarxistin."