Çalakiya xelkê Şengalê ‘Em hemû asayiş in’ didome 2021-02-25 10:24:01   ŞENGAL - Çalakiya xelkê Şengalê ya li dijî peyaman di navbera Hewlêr û Bexdayê de û ji bo xwedîderketina Asayîşa Êzİdxanaê hatî destpêkirin di roja 86’an de berdewam dike.   Xelkê Şengalê, li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê û ji bo xwedîderketina li Asayişa Êzidxanê, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê bi dirûşma “Em hemû asayiş in” kon vedan. Çalakî 86 roj in ji hêla meclis û saziyên Şengalê ve tê berdewamkirin.   Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman. Şengalî diyar dikin ku heya daxwaza wan pêkneyê, ew ê dev ji çalakiya xwe bernedin.