ROJEVA 25'Ê SIBATA 2021'Ê 2021-02-25 09:00:00   * Zubeyde Şeker a ku li gundê Zêruga Pasûrê dijî bi nebatên ku berhev dike rûn û merheman çêdike. Zubeydeya ku di zarokatiya xwe de berhemên xwezayê kifş kiriye wiha dibêje: "Çawa ku xweza hilberîner e jin jî hildiberînin. Bi vî awayî ji gelek aliyên jin û xwezayê dişibin hevdû." BI DÎMEN    *Kadîfe Ayar, di temenê biçûk de ji perwerdê bêpar ma û di 17 saliya xwe de hat zewicandin. Emrê wê her tim bi şivantiyê derbas bû. Kadîfe hem şivan, hem bêrivan û hem jî beytar e. BI DÎMEN   *Gulazer Akin a li Girtîgeha Jinê ya Qeyseriyê ev 28 sal in girtiye wiha dibêje:"Ez ji xwe re wiha dibêjim; dema mirov rast bifikirie teqez rêyek heye, teqez cihekî mirov rizgar bibe heye. Û ez teqez rêyekê dibînim."   *Geliyê Botanê ku Kevirê Qul ê Sêrtê jî digire nava xwe, dema bihar tê gelî bi rengên cûr bi cûr ê kûlîlkan dixemile û bala şêniyên herêmê dikişîne ser xwe. Ev herêma ku bi xweşikbûna xwe di demsala biharê de balê dikişîne ji niha ve bûye navenda seyranê. BI DÎMEN   *TJA'yê, di 26'ê Sibatê de li navçeya Hezexê bi meşekê dê starta çalakiyên xwe yên 8'ê Adarê bide. Aktîvîsta TJA’yê û Hevşaredara HDP’ê ya Hezexê ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Songûl Erden, bang li hemû jinan kir ku tevlî çalakiyên wê li dar bixin bibin. DÎMEN HEYE    *Şandya DBP, HDP, KCD û TJA'yê wê ji bo yekitiya netewî li qada Azadiyê daxuyaniya çapemeniyê bidin. (13.00)