Li Sirînê 1'emîn Komxebata Folklorî hat lidarxistin 2021-02-24 16:57:03   KOBANÊ - Partiya Sûriye Pêşerojê ya Kantona Kobanê 1'emîn Komxebata Folklorî bi dirûşmeya "Kevneşopiya me nasnemeya me ye, yekîtiya me çanda me dighîne hevdu û wekheviya gelan dîrok û pêşeroja me ye" li bajarokê Sirînê li dar xist.    Partiya Sûriya Pêşerojê 1'emîn Komxebata Folklarî li bajarokê Sirînê yê Kantona Kobanê li dar xist. Komxebata folklorî li çand û hunera bajarokê Sirînê bi beşdarbûna komên çandî ji bajarên Reqa, Tebqa, Minbic, Kobanê û Sirînê hat çêkirin. Cihê komxebatê bi wêneyên Partiya Sûriye Pêşerojê û wêneyên şehdî Hevrîn Xelef hatibû xemlandin.   Komxebat bi deqeyek rêzgirtin ji bo têkoşerên azadiyê dest pê kir, paşê Rêveberê Partiya Sûriye Pêşerojê ya Herêma Firatê Ismayîl Xalid axaftina vekirinê kir.  Ismayil Xalid bal kişand ser li darxistina komxebata filklorî ku yekem care li Herêma Firatê tê çêkirin û ev tişt got: "Ji bo em xwedî li çanda xwe derkevin, me pêwîstî dît ku em komxebateke wisa li dar bixin. Armanca me ew e ku her çanda me zindî bimîne û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çanda xwe re bijîn. Çalakiyên bi vî şêwazî pêwîst e her bên çêkirin."   Paşê koma strana ya şehîd Xabûr a çand û hunera bajarokê Sirînê çend stranên filklorî pêşkêşkirin. Her wiha helbestvanên ku ji herêmên din tevlî komxebatê bûne helbestên xwe vegotin. Koma govendê ya Hêvî girêdayî çand û huneya Tebqayê govenda xwe lîstin.  Koma govendê ya bi navê Qezafî  girêdayî çand û hunera Sirînê govend gerandin. Paşê hin hunermend stranên xwe pêşkêş kirin.   Komxebat bi gerandina govendê bi dawî bû.