Li Cizîr û Hezexê xebatên starta 8’ê Adarê 2021-02-24 16:50:34   ŞIRNEX - TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Şirnexê, dê di 26'ê sibatê de ji bo 8'ê Adarê li Hezexê startê bidin, li navçeyên Cizîr û Hezexê belavok belav kirin û bangewaziya tevlîbûnê kirin.    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, dê di 26'ê sibatê de starta 8'ê Adarê ku bidin xebatên xwe didomînin. Ji bo vê  jî li Hezexê serdana jinên ku di tekstîlên Îdîl, Moda Îdîl, Şîvan û Asmînê de dixebitin hatin kirin. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, rêveberên HDP'ê ya Hezexê û gelek jin tevlî serdanê bûn.   Belavok û qerenfîl hat belavkirin   Di serdana tekstîlan de jinan, belavok û qurnefîl hatin belavkirin û banga tevlîbûna startê hat kirin. Her wiha di dema serdanan de Nuran Îmîr a ku axivî, bal kişand ser girîngiya rojê û got: “Li dijî komkujî û tundiya li dijî jinê û tecrîda girankirî divê hemû jin li qadan bin. Li hember êrîşan em bêdeng nebînin û berxwedana xwe mezin bikin. Di 8’ê Adarê de divê hemû jin li qadan bin û bang bikin.”   Li Cizîrê serdana bazarê   Her wiha li taxa Cûdî ya navçeya Cizîrê jî jinên TJA’yê serdana bazarê kirin, belavok belav kirin û banga tevlîbûna startê kirin.