Navenda Lêkolînên Jineolojiyê li Silêmaniyê dest bi perwerdeyê kir 2021-02-24 14:33:54     NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Lêkolînên Jineolojiyê li Silêmaniyeyê, ji bo pêşxistina zanebûn û pêşxistina jinê heta niha gelek semîner, panel, çalakiyên hunerî li dar xistin û dewreyên perwerdê organîzekirin. Di meha adarê de jî ji bo mêran dê plansazî bê kirin.    Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Silêmaniyê ev demeke ji bo danasîna xebatên Jineolojiyê û çareserkirina pirsgirêkên ku jin û civak ji ber desthilatdariya mêr dijîn, xebatên perwerdehiyê dimeşîne. Di çarçoveya pêşxistina zanabûn û pêşxistina jinê de heya niha gelek semîner, panel, çalakiyên hunerî hatin lidardixistin. Navend dê di meha adarê de jî ji bo jin û mêran dewreyên perwerdeyê yên cûda bên organîzekirin.    Ji derveyî xebatên semîner û panelan, du dewreyên perwerdeyê ji bo jinên mamoste, parêzer, rojnamevan û hunermend vekiriye. Di dersa yekemîn a jineolojiyê de behsa, “Çima Jineolojî” hat kirin. Di çarçoveya fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya Civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jin de li çareseriya nakokiyên qirkirina civak, jiyan û jinê hat pirsin. Di dersê de herî zêde mijara paradîgma, hêza çareserkirina nakokiyan û Jineolojî ku dibe zanista sedsala 21’an balê kişand.   Di dersa duyemîn de etîmolojiya ango koka peyva ‘Jin û Lojî’ hate destgirtin. Zêdetir di warê civaknasî û pênaseya têgînê de hate behskirin. Di dersa sêyemîn de jî weke hebûn (ontolojî) jin hat destgirtin. Gotinên ku heya niha di mîtolojî, dîn, felsefe û zanistê de ji bo jinan hatine gotin, gotinên ku di nava civakê de ji bo jinan tên bikaranîn û gotinên pêşiyan hatin şîrovekirin û tehlîlkirin.   Di dersa çaremîn de jî agahiyên jin ango Epîstomolojiya jin hat destgirtin. Li ser mijarên çima û çawa agahiyên jin tên bênirxkirin, hat sekinîn. Peywendiya agahiyên jin ên bi civak, jiyan, û jin re hate nîqaşkirin. Di dewreyê de li kêlek perwedeyê standa pirtûkên Jineolojiyê yên bi zaravayê soranî ya kurdî û her wiha berhema keda destê jinan jî tê nîşandan.   Jinên ku beşdarê dewreyên perwerdeyê bûn, daxwaza berdewamkirina van dewreyan, ji Navenda Lêkolînên Jineolojiyê kirin. Wê ev dewreyên perwerdeyê her meh berdewam bikin û wê ji bo jinên ku heya niha tevlî dewreyên perwerdeyê bûne jî bi şêwazên cûda perwerde bên dayîn.   Li gorî agahiyên ku ji Navenda Lêkolînên Jineolojiyê hatiye girtin, wê di meha adarê de ji bo jin û mêran dewreyên perwerdeyê yên cûda werin dayîn.