Platforma Jinê ya Enqereyê: Em ê 8'ê Adarê bi raperîna xwe pêşwazî bikin 2021-02-24 13:55:52     ENQERE - Bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê Platforma Jinê ya Enqereyê bang li jinan kir û got:"Em ê cîhaneke jin lê azad û wekhev bijîn ava bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku em bi hev re 8'ê Adarê bi raperîna xwe pêşwazî bikin."   Platforma Jinê ya Enqereyê bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê li Şaxa Enqereyê ya Sendîkaya Karkerên Buroyê  (BES) civîna çapemeniyê li dar xist. Pankarta bi nivîsa "Em li dijî newekhevî, xizanî, tundiya mêr dewletê di nava raperînê de ne" li eywana civînê ya gelek jin lêbû hat daliqandin. Esma Çaglak li ser navê platformê daxuyanî xwend.    'Dema jin dihat qetilkirin AKP'ê çi dikir?'   Esmayê qetilkirina 129 jinê ya li fabrîkayeke New Yorkê bi bîr xist û wiha got:"Dema jin dihat qetilkirin AKP'ê çi dikir? Kesên dixwazin jiyana me têk bibin em li vir in. Îro AKP bi polîtikayên dijminatiya jinê dike êrişî deskeftiyên me yên di encama têkoşîneke mezin me bi dest xistiye dike. Bersûcê êrişên li ser jinan dewlet e. Lê em ê li dijî êrişan bi hev re têbikoşin."    'Em ê li Qada Sakaryaye bên gel hevdu'   Esmayê da zanîn ku ew ê li dijî êriş û polîtikayên dijminatiya jinê dike li kuçeyan bin û wiha got:"Me jinan destkeftiyên xwe bi têkoşîneke mezin bi dest xist. Em ê têbikoşin ku Peymana Stenbolê pêk bê. Em ê nehêlin ku piştevaniya jinê bê darizandin. Em ê cîhaneke jin lê azad û wekhev bijîn ava bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku em bi hev re 8'ê Adarê bi raperîna xwe pêşwazî bikin. 8'ê Adarê roja duşemê saet di 14.30'an de em ê li Qada Sakaryayê bên gel hevdu. Em ê 8'ê Adarê bi raperîna xwe pêşwazî bikin."