Komîteya ji Zeynep Celaliyan re Azadî: Divê girtiyên siyasî azad bibin 2021-02-24 12:44:38     NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya ji Zeyneb Celaliyan re Azadî bi boneya 14’emîn salvegera girtina siyasetmedara kurd Zeyneb Celaliyan daxuyaniyek da û gotin: "Em  azadiya Zeyneb Celaliyan û hemû girtiyên siyasî dixwazin."   Komîteya ji Zeyneb Celaliyan re Azadî di salvegera 14’emîn a girtina Zeyneb Celaliyan de daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de bal kişand ser berxwedana Zeynep Celaliyan û daxwaza azadiya wê û hemû girtiyên siyasî kirin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “14 sal in siyasetmedara kurd Zeyneb Celaliyan girtiye. Di nava 14 salan de ji bo Zeynep paşve gav bavêje girtîgeh jêre veguhestine cihê îşkenceya ruhî û fîzîkî. Daxwazên wê di çarçoveya mafê rewa yên gel û civakê de ne.    Di kesayetiya Zeyneb Celaliya de, jin û hemû mirovên azadîxwazên ji bo mafên xwe û jiyanê têdikoşin tên çewisandin. Mînaka herî dawî girtin û binçavkirina 100 çalakvanên sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê û bi darvekirina hejmarek zêde ya welatiyên Belûçistanê bû. Çalakvanê jîngehparêz, helbestvan, hunermend û xwendekarên zanîngehê jî di nav de hatine binçavkirin. Di nav de Zara Mihemedî ji aliyê Dadgeha Înqalbê ve 5 salan hat cezakirin. Ji ber sedema dersa zimanê kurdî û fêrkirina zimanê.   Berxwedana bêhempa ya ji aliyê Zeyneb Celaliyan ve li hemberî îşkenceya li ser tê meşandin û israrbûna wê hêz û baweriyê dide jinan û civakê ya ji bo têkoşîna ji bo mafên xwe yên rewa ku li hemberî dîktatorî û sîstema li dijî mirovahiyê ya Komara Îslamî ya Îranê tê krin. Em weke Komîteya Azadî ji Zeyneb Celaliyan re daxwaza azadiya Zeyneb Celaliyan û hemû girtiyên siyasî dikin ku niha li girtîgehên Îranê de ne.”