‘Tiştek bi girtiyan bê berpirsyar hikûmet e' 2021-02-24 09:02:31     Rojda Aydin   ŞIRNEX - Xizmên girtiyan ên Şirnexê, bal kişandin ser grevên birçîbûnê ya ku 90 roj in didome û wiha nêrînê xwe anîn ziman: "Em malbat dê li derve ji bo girtiyan dengê xwe bilind bikin. Lê li girtîgehan tiştek bi girtiyan bê berpirsyar hikûmet bi xwe ye."   Greva birçîbûnê ya ku ji hêla girtiyan ve di 27'ê Mijdara 2020'an de hatî destpêkirin 90 roj in didome. Girtiyên PKK'yî û PAJK'î li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan grev dabûn destpêkirin. Xizmên girtiyan ên Şirnexê, destnîşan kirin ku ger ji girtîgehan cenaze derbikevin berpirsayarê wê hikûmet bi xwe ye û bang kirin ku deng bidin dengê girtiyan.   ‘Ez ji jiyana keça xwe bi fikarim’   Dayika girtiya bi navê Saadet Îdîn a ku 10 meh in di Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Şirnexê de ye Aliye Îdîn, anî ziman ku 14 sal û 6 meh ceza li keça wê hatiye birîn. Aliye, destnîşan kir ku keça wê ji ber fikr û ramanên xwe azad aniye ziman îro girtî ye û got: “Keça min beriya bê girtin 10 roj pêşî qrîz derbas kir û me wê rakir nexweşxaneyê. Ji ber qrîza ku derbas kir keça min aliyê wê yê rastê felç bû û nikaribû biaxiviya. Keça min hîn nexweşxanê bû bang li wê kirin gotin bila bê îfade bide. Piştre hatin keça min birin û girtin. Niha keça min aliyê wê yê rastê nebaşe û tim diwerime. Ji ber nexweşiya wê rêvebiriya girtîgehê dibe nexweşxaneyê lê belê tu tiştî nabêjin. Derzîkê lê didin û dişînin. Keça min nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne. Di girtîgehê de hevalên wê alikariya wê dikin û pêdiviyên wê bi cih tînin. Ji ber nexweşiya keça xwe em gelek bi fikarin. Eşyayên zarokên me nayên dayîn.”   ‘Zarokên me tenê azadî û aştiyê dixwazin’   Aliye, diyar kir ku di girtîgehê de li ser girtiyan zext gelek zêde bûne û wiha pêlda axaftina xwe: “Di girtîgeha Şirnexê de 3 jinên siyasî tenê hene. Gardiyan destûrê nadin ku bi hev re biçin telefonê de biaxivin. Dema yek bi yek dibin heqaretê li wan dikin. Zarokên me ne sûcdar in. Îro bi awayek bê sûc tên girtin. Hemû girtiyên tecawizkar, diz û hwd. berdan, lê zarokên me bernedan. Zarokên me tenê jiyanek azad û aştiyane dixwazin.”   ‘Bila tecrîd bê rakirin’   Aliye, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan hatiye destpêkirin û ev tiştan got: “Bila zext û zordariya li ser girtîgehan bêrakirin. Em dixwazin jiyanek azad û wekhev bê avakirin. Em cihanek bê şer dixwazin. Beriya ku ji girtîgehan cinaze derbikevin bila daxwaziyên zarokên me bi cih bînin. Bi girankirina tecrîdê ve gefên li ser wan zêde bûne. Bila tecrîd bê rakirin. Ger tecrîd bê rakirin dê ev zilm û zordarî jî bi dawî bibin.”   ‘Bi girtin û kuştinê dixwazin me tune bikin’   Dayika Fatma Uyar a ku di 4’ê çileya 2016’an de li Silopiyê di dema qedexeya derketina derve de li kolanê hat qetilkirin Hatîce Uyar wiha bal kişand ser rewşa hevjînê xwe yê girtî: "Hevjînê min 9 sal in girtiye û hêj jî ceza lê nehatiye birîn. Dosyeya wî niha li darazê ye. Dema hevjînê min hat girtin yekem li girtîgeha Mêrdînê ma, ji wir anîn girtîgeha Şirnexê. Piştre sirgûnê Girtîgeha Gîresûnê û ji wir jî sirgûnê girtîgeha Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Beşîkdûzû ya Trabzonê hat kirin. Hevjînê min ev 9 sal in girtî ye. Li girtîgehan mafên wan tên binpêkirin. Bi girtin û kuştinê dixwazin me tune bikin. Kesên ku keça min kuşt, îro jî li girtîgehê zextê li hevjînê min dike."   ‘Her roja ku derbas dibe nexweşiya wî giran dibe'    Hatîce, bi lêv kir ku gelek nexweşiyên hevjînê wê hene û wiha pêde çû: “Hevjînê min beriya ku bê girtin tu nexweşiyên wî tunebûn. Lê belê piştî ku hat girtin şûnde gelek nexweşiyên wî derketin holê. Niha nexweşiyên wî yên diran, ulser û pençeşêra prostatê jê peyda bûn. Ji ber nexweşiya wî ez gelek bifikarim. Bila hevjînê min berdin. Hevjînê min tu sûc nekiriye. Ji ber ku temen mezin e her roja ku derbas dibe nexweşiya wî giran dibe. Em dixwazin hevjînê min bê berdan."   ‘Bila hikûmet daxwaza girtiyan bi cih bîne’   Hatîce, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em dayik zilm û şer naxwazin. Em dayik tenê xweşiyê dixwazin. Em dixwazin ev tecrîda li ser serok û hemû girtiyan bê rakirin. Li dijî tecrîdê îro di girtîgehan de çalakiya greva birçîbûnê hatiye destpêkirin. Divê em jî li derve ji bo girtiyan dengê xwe bilind bikin. Ger ku li girtîgehan tiştek bi girtiyan bê berpirsyarê wê hikûmet bi xwe ye. Bila hikûmet daxwaza girtiyan bi cih bîne.”