ROJEVA 24'Ê SIBATA 2021'Ê 2021-02-24 09:00:00     *Têkildarî Komxebeta Helbesta Kurdî ya wê di çarçoveya helbest û wêjeyê de bê kirin Helbestkar Nûrcan Delîl wiha got:"Komxebata Helbesta Kurdî ya ew ê bi kurmancî, dimilkî û soranî bê kirin babetên her cureyên helbestê esas digire. Her kesên ji xwe re bibêjin ‘em dildarên helbesta kurdî ne’ û beşdarnameyê dagirin û bigihînin me dikarin tevlî vê xebatê bibin." DÎMEN HEYE   *Xizmên girtiyan ên Şirnexê, bal kişandin ser grevên birçîbûnê ya ku 90 roj in didome û wiha nêrînê xwe anîn ziman: "Em malbat dê li derve ji bo girtiyan dengê xwe bilind bikin. Lê li girtîgehan tiştek bi girtiyan bê berpirsyar hikûmet bi xwe ye." BI DÎMEN    *Leyla Saraç di girtîgehê de pirtûka xwe ya yekemîn a bi navê “Werzeba” ya helbestan derxist û diyarî dayika xwe Sultan Saraç kir. Sultan wiha behsa Leylayê kir: "Leyla jiyanek ji rêzê derbaz nekir û her tim ji bo nasnameya xwe di nava têkoşînê de bû. Jiyana xwe û heskirina xwe ya welat bi helbestan şîrove kir. Pirtûka wê ji nîşaneya têkoşîna wê ye."    *Serdar Yildirim, ji sedî 98 astengdar e û ligel rapora Dezgeha Tiba Edlî Serdar nikare li girtîgehê biminê nayê berdan. Sedar meheke di hicreyê de bi tena serê xwe dijî. Dayika wî Fazma Îzrak diyar kir ku bi tenê hiştinê îşkence li wan dikin û got: "Ne tenê kurê min, hemû girtiyên nexweş bi wê rêbazê bi mirinê re rûbirû dihêlin. Divê demildest girtiyên nexweş serbest bên berdan." BI DÎMEN    *TJA bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi dirûşma "Em li dijî tecrîdê azadiyê, li dijî qirkirina jinê jî jiyanê diparêzin’ derdikevin qadan. TJA wê li qadan gelek bernameyan pêk bîne û bi jinan re bê cem hev. BI DÎMEN    * Çawîşê pispor Mûsa Orhan ku tecawîzê Îpek Er kir û ew berbi întîxarê ve bir, negirtî tê darizandin û 2’yemîn rûniştina doza wî di 25’ê Sibatê de li 1'emîn dadgeha Cezaya Giran a Sêrtê bê dîtin.   * TJA û Meclîsa Jinên HDP'ê ya Şirnexê, ji bo di 26'ê Sibatê de li Hezexê starta 8'ê Adarê bide dê serdana esnafan bikin. (16.00)    *Di çarçoveya xebatên Yekitiya Netewî de wê îro şande li Qoserê be. (10.00)