Bi bîranîna şehîdên komkujiya Helincê hemle hat destpêkirin 2021-02-23 15:17:32     KOBANÊ - Kongreya Star ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Helincê bi dirûşmeya "Têkoşîna me temîneta şoreşa jinê ye "pêngava 8’ê Adarê dan despêkirin.   Kongreya Star bi destpêkirina pêgava 8'ê Adarê re, îro wêneyên şehîdên komkujiya Helincê li ser rêka gundê Helincê li çerxerêya gund danîn. Di çalakiyê de hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser amadebûn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre jî Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Rewşen Hacim axivî.   Rewşen Hacim da zanîn ku bi têkoşîna 8'ê Adarê re wê her jin di nav têkoşînê de bin û wiha pê de çû: "Bi boneya Roja Jinan a Cîhanî em şehîdên komkujiya gundê Helincê bi bîrtînin û vê armancê em dest bi hemleya xwe ya 8’ê Adarê dikin. Jinan bi têkoşîna xwe hişt ku êdî destdirêjî li jinan neyê kirin. Di dawiya sala 2020'an de heye roja meye îro jî gelek jin tundî li wan hatiye kirin. Jinên siyasetmdar, pêşeng û zane ji aliyê dewleta tirk ve hatin hedef girtin. Bi wesîleya 8’ê Adarê em dixwazin hemû jinên pêşeng bi bîr bixin û têkoşîna xwe diyarî van sembolên azadiyê bikin. "