Çalakiya greva birçîbûnê ya li Mexmûrê 68 roj in didome 2021-02-23 13:47:10     MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar de hatiye destpêkirin, 68 roj in didome. Jinan derbarê çalakiyê de gotin: "Çi dibe bila bibe em dev ji doza xwe bernadin em ê ji bo avakirina yekitiya xwe di nava têkoşînê de bin."    Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar di 18’ê kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê 68 roj li dû xwe hişt.    'Divê em yekitiya xwe ava bikin'   Rehîm Mijînî derbarê têkoşîn û berxwedanê de wiha nêrînê xwe anî ziman: “Ev 40 sal in em weke Gelê Kurd di nava têkoşînekê û berxwedaniyekê de ne, ji bo azadiya hemû gelên bindest û her kesek bikaribe di nava kurdistanê de bi çandê xwe û zimanê xwe ve bijî me gelek bedelên giran dan. Ji bo wê jî em weke dayik bikaribin çalakiyên xwe xurtir bikin û yekîtiya xwe ava bikin. Ez jî weke dayikekê ji bo erk û berpirsyariya xwe bi cih bînim çi bikeve ser milê min ez ê bikim. Heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê li ber xwe bidin da ku em Rêber Apo azad bikin. Çi dibe bila bibe em dev ji doza xwe bernadin. Fikir û felsefeya Rêber Apo li her deverê cîhanê belav bûye. Ji bo wê jî êdî her kes Rêber Apo weke rêberê xwe dibîne û ne tenê rêberê Gelê Kurd e.”   ‘Pêwîste em çalakiyên xwe hîn mezintir bikin’   Çalakvan Sarya Tolhildan jî derbarê çalakiyan de wiha axivî: “Ez jî weke jineke ciwan tevlî çalakiyê bûm. Ji bo azadiya Rêber Apo çalakiyên greva birçîbûnê tenê têrê nake, bi taybetî em weke jin pêwîste zêdetir ked bidin û ji her milî de rêxistinbûnê xwe xurtir bikin. Li her deverê dinyayê çalakî hatine destpêkirin û êdî her kes dizane dem dema azadiya rêbertiyê ye. Ji bo wê jî ne tenê Gelê Kurd di nava çalakiyan de ye êdî her kes di wê ferqê de ye û beşdarbûnên xwe yên çalakiyan pêk tînin. Em weke jin hêza xwe ji rêbertiya xwe digirin, ji ber yê ku maf daye jinê Rêber Apo ye. Heta ku em Rêber Apo azad nekin em ê çalakiyên xwe berdewam bikin. Ji bo wê jî pêwîste em weke jin û Gelê Kurd çalakiyên xwe hîn mezintir bikin û yekîtiya xwe ava bikin.”