Rêxistinên Jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bernameya 8’ê Adarê eşkere kirin 2021-02-23 12:47:52   QAMIŞLO - Rêxistinên Jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kirin.   Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, Rêxistinên Jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya çalakiyên xwe bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kirin. Daxuyanî li parka xwendinê ya taxa Xerbî li bajarê Qamişloyê bi tevlîbûna jinên ji tevahî rêxisinan  û tevgeran hate dayin. Daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Kongreya Star Bêrîvan Yûnis ve hate xwendin.    Bernameya 8'ê Adarê wiha ye:   "Weke Rêxistinên Jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 8'ê Adarê de, em ê li ser kevneşopiya têkoşîn û berxwedana jinên cîhanê ya li beramberî zordarî, tundî û desthilatdariya mêr bimeşin. Rihê berxwedêr ên jinan wê her zindî bimîne û em jî weke Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wê rih û biryardariyê têkoşina xwe mezintir bikin. Hesab ji her cure mêtingerî ya li ser xak û bedena jinê tê meşandin, bipirsin.    Bi vê boneye, em ê bi dirûşma "Têkoşîna me, temînata şoreşa jinê ye"  di nav rêzeçalakiyan de bin. Hemû çalakiyên me yên 8'ê Adara îsal wê di çarçoveya ji dagirker û qetilkaran dê hesab bê pirsîn pêk werin. Em ê di hemû çalakiyên xwe de, rêhevalên xwe Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl, Emîne Weysî, Leyla Agirî, Sada Feysel El Hermas, Hind Letif El-Xidir û şehîden Til Rifetê bi bîr bînin û hesab bipirsin.   Bi wê boneyê rêzeçalakiyên me yên 8’ê Adarê ya îsal wê bi vî rengî bin:   *Çalakiyên 8'ê Adarê dê di 23'yê Sibatê de, ji hêla hemû rêxistin û tevgerên jinan ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Têkoşîna me, temînata şoreşa jinê ye"  were destpêkirin.   * Rêxistina Kongreya Star dê bi boneya 8'ê Adarê, ji 23 heta 28'ê Sibatê, di aliyê navçe, bajarok û saziyan de, semîneran bide.   *Meşeke bi maşineyên xemilandî bi rengên 8'ê Adarê li hemû Kantonan wê were lidarxistin.   * Rêxistinkirina meşeke girseyî li Şedadê di 1'ê Adarê de, bi beşdariya Meclîsa Jinên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Rêxistina Kongreya Star û Meclîsa Kantona Hesekê, da ku her du rêhevalên pakrewan ên ku bi destê DAÎŞ'ê hatine qetilkirin bi bîr bînin. Di heman rojê de, ji bo bîranîna pakrewanên Til Rifat, li Şehbayê meşeke girseyî were lidarxistin.    *Di 1 û 2'yê Adarê de, mihrîcana jinan li bajarê Qamişloyê were lidarxistin û di mîhrîcanê de huner, karên destan û xwarinên kevneşop werin pêşandan.   *Di 2'yê Adarê de, hêzên leşkerî yên ji hemû netewên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê meşekê li dar bixînin.    *Di 3'yê Adarê de, ji bo jinên astengdar çalakî dê werin lidarxistin, her wiha semîner û çalakiyên hunerî jî dê bên çêkirin.   *Di 4'ê Adarê de, rêxistinkirina çalakiyan di çarçoveya projeya guhertina hişmendiya mêr, vekirina dewreyeke perwerde û dayina semîneran. Her wiha li bajarekî ji bo mêran meşek were lidarxistin.   *Di 5'ê Adarê de, bi armanca azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiyên girseyî wê bên lidarxistin. Her wiha ji bo nîşaneya wêneyê Rêber Apo li Kantonên Qamişlo, Kobanê û Şehbayê, pêşengeh bên vekirin.    *Di 6'ê Adarê de, ji bo pîrozkirina Roja Jinên Cîhanê, li qada Newrozê li bajarê Qamişlo, pîrozbahiyeke girseyî ya navendî bi beşdariya  10 hezar jin were lidarxistin.   *Rêxistinkirina pîrozbahiya 8'ê Adarê li hemû bajaran.   *Bi dirûşma "Na ji komplo, dagirkerî û tundiyê re" Meclîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dest bi rêxistinkirina kampanyayeke ku dê 3 mehan bidome kirin.   *Dê Meclîsa Jinên Ciwan di 8'ê Adarê de, di hemû dibistan, peymangeh û zanîngehan de semîneran bidin. Di heman demê de biroşûrên ji bo 8'ê Adarê dê belav bikin. Her wiha sazkirina çalakiyan bi Kevana Zêrîn re mîna çandinî, meş, pêşbirkên werzîşê, pêşbirka bisîkletê, mihrîcan, pêşandanên folklor û dîlanê, pêşandanên film û belgefîlm, pêşangehên nîgar û wêneyan, pêşbirkên helbestan, semîner,  pêşandana sînevîzyon, pêşangehên cil û bergên gelêrî û karên destan, serdana gorên pakrewanan, kampên penaberan û belavkirina çîçekan li jinan.   *Rêxistinkirina çalakiyên taybet ji bo Komîteya Dayikên Gerîla.   *Amadekirina çalakiyan li ser mijarên sereke jin-tundî, jin-parastin, bi rêya lidarxistina diyalog û konferansan ji bo nîqaşê.   * Lidarxistina çalakî û diyalogan ên li ser jinên Efrînê li Kantona Hesekê.   *Ji destpêka Adarê heta dawiya çalakiyên Newrozê, lixwekirina cil û bergên folklorî.   *Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Rêxistina Kongreya Star wê daxuyaniyekê bi wêneyên jinên pêşengên jin ên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanî bi danasîna wan bide.   *Di 10'ê Adarê de, şahiyek ji bo gaziyên şer ji hêla Kevana Zêrîn ve dê were lidarxistin.   *Di navbera 8 û 21'ê Adarê de, li hemû kantonan, divê serdana dostên kevin, malbatên şehîd, gazî, Gerîlla, birîndarên teqînan û malbatên girtiyan were kirin weke kampanyayeke ku li hemû bajaran were rêxistinkirin.   * Vêxistina find li ser çemê Firatê, Her wiha weşandina wêneyên şehîd Sara, Leyla Agirî, Zehra Berkel, hemû şehîdên Helencê û Til Rifetê li ser avê.   * Di nav çalakiyên 8'ê Adarê de, kampanyaya îmzeyan ji bo dadgehkirina Receb Tayîp Erdogan û berhevkirina 100 hezar îmzeyan.    *Li ser bingeha têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê civînek bi beşdariya 1000 jinan dê were lidarxistin.   *Di çalakiyên 8'ê Adara îsal de, divê gund esas bên girtin û li ser wê bingehê, divê li hemû gund û saziyên îdarî û rêxistinî li ser pênasekirina 8'ê Adarê semîner werin dayîn.    *Meclîsa Sûriya Demokratîk li Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê semîner bidin.   *Li Herêma Cizîrê û Reqayê, diyalogeke berfireh were lidarxistin.   *Meclîsa Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Federesyona Birîndaran, Sotoro, Navenda Penceşêra Sîngê,  Asayişa Jin, Desteya Jin, HPC-Jin bikin.   *Serdana Saziya Malbatên Şehîdan, çandina daran li Akademiya Reqayê.   * Semîner li kampên Roj, Newroz û Til El-Semin werin dayîn.   *Bi boneya 8'ê Adarê peyama pîrozbahiyê ji bo jinên li herêmê û cîhanê were şandin.    *Partiya Sûriya Pêşerojê semîner ji endamên partiyê re û tevlî çalakiyên giştî bibin.   *Yekîtiya Jinên Suryanî ji şaxên yekîtiyê re semîner bidin û tevlî hemû çalakiyên giştî bibin.   *Koordînasyona Jin di Rêveberiya Xweser de dê semîner ji karkerên li herêmên Rêveberiya Xweser û Herêma Til Koçerê bide. Di heman demê de semîner ji bo jinên di girtîgehan de bê dayîn û pişgiriya karên destan ên girtiyan were kirin. Ji bo tevahî jinan dê pêşengeha karên destan were vekirin. Semînerek têkildarî rola jinê di Rêveberiya Xweser de were dayîn. Vekirina dewreyeke perwerdeyî ji bo şêwirmendên derûnî ji bo Navenda Desteya Jinê.