Çalakiya xelkê Şengalê di roja 84'emîn de ye 2021-02-23 10:08:49   ŞENGAL -  Çalakiya xelkê Şengalê ya bi armanca destekdayîna Asayişa Êzidxanê daye destpêkirin, di roja xwe ya 84’an berdewam dike.    Xelkê Şengalê li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê, bi armanca pişgirîdayîna Asayişa Êzidxanê, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane. Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 84’an de ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve dewam dike.   Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.