Li girtîgehan pergala puanan: Li dijî kelepçeyê berxwedan, puana kêm e 2021-02-23 09:08:36   Oznur Deger   ENQERE - Sererastkirina ‘Nirxandina Rewşa baş a Girtiyan’ ku di 1’ê Çile de ket meriyetê û pêşî li tahliyeya gelek girtiyan girt. Ji parêzerên OHD’ê Elîf Taş diyar kir ku di sererastkirinê de rayeyên dane Lijneya Çavdêrî û Îdareyê şênber nekirine û got: “Li gorî kê, li gorî çi, rewşeke zelal tune. Ligel vê tiştekî jê re dibêjin pergala puanê derxistine. Tevlîbûna bernameyên civakî, nêzîkatiya li hember memûrê înfazê wek pergala puan tê diyarkirin.”   Bi hinceta pandemiyê ‘Qanûna Înfazê’ ya ku di 14’ê Nîsana 2020’an de girtiyên siyasî jê bêpar hatibûn hiştin, ji 1’ê Çile şûnde sererastkirina nû anîn. Piştî sererastkirina bi navê ‘nirxandina rewşa baş a girtiyan’ ket meriyetê şûnde gelek girtî di serî de yên li girtîgeha Jinan a Şakranê tevî cezayê wan qediyabû jî, bi hinceta ‘rewşa baş tune’ nehatin tehliyekirin.   Sê girtiyên li girtîgeha Şakranê nehatibûn tehliyekirin û piştî vê li girtîgehên Amed, Duzce, Sîlîvrî û Sêwregê belav bû. Parêzera Komelaya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Elîf Taş der barê mijarê de axivî.   ‘Li dijî destûra bingehîn e’   Elîfê diyar kir ku Qanûna Înfaza Hejmar 5275 bi hinceta pandemiyê hat derxistin û ev qanûn bi giştî li dijî xalên 2, 10 û 13’emîn a Destûra Bingehîn e. Elîfê diyar kir ku xala 2’emîn rêgeza dewletê ya hiqûqî esas digire û wiha got: “Bi rêgeza dewlet hiqûqê re berpirsyariyên li dewlet û kesan hatiye barkirin mijara gotinê ne. Ligel vê qanûnên ji aliyê dewletê ve tên derxistin divê iênber bin, li gorî destûra bingehîn be. Bi giştî jî xwe dispêre rêgeza baweriyê.”   ‘Sînorkirin derxistin asta jor’   Elîfê her wiha destnîşan kir ku divê qanûn hemû girtiyan wek hev bigire dest û ev tişt anî ziman: “Qanûna mijara gotinê ye rê li ber newekheviya navbera girtiyên siyasî û edlî de vekir. Bi pandemiyê re gelek kes hatin berdan lê gelek girtiyên nexweş yên di koma rîskê de tevî ku raporên wan yên Tipa Edlî hene jî nehatin berdan. Di vê pêvajoyê de têkiliya girtiyan bi derve re hat birîn. Pirtûk, kovar û roman hatin sînorkirin. Xwe spartin Qanûna Hejmar 5275 û sînorkirin derxistin asta jor.”   ‘Rayeyên berfireh dan Lijneya Îdare û Çavderiyê’   Elîfê di berdewamiyê de got rayeyên berfireh dane Lijneya Çavdêrî û Îdareyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di lijneya di bin serokatiya midûrê saziyê de, psîkologek, ji saziyên perwerdeyê kesek û ji Îdare û Çînîkirinê Midûrê duyemîn û ji bo cezayên di ser 10 salî de dozgerî cih digire. Li girtîgehekê dema biryara rewşa baş tê dayîn, li girtîgeheke din dikare biryara ne rewşa baş e, bê dayîn. Em rayeyên ku ji bo Lijneya Îdarî û Çavdêriyê tên dayîn nikarin şênber bikin. Li gorî çi, li gorî kê rewşeke zelal tune.Ligel vê pergala puanê derxistin. Tevlîbûna bernameyên civakî, nêzîkatiya li hember memûrê înfazê dikeve pergala puanê. Girtiyan diyar kirin ku ev her yek binpêkirineke maf in. Girtî ji ber destûr nadin kelepça berovajî jî puanê kêm didin.”   ‘Girtî rastî darizandinek nû tên’   Elîfê daxuyakirin ku di pîvana nirxandina rewşa baş de, rewşa poşmaniyê derketiye asta jor û lijne ji bo girtiyan pirsên weke ‘Tu poşman î’ dipirse û got: “Di vê pêvajoyê de girtî rastî pêvajoyeke din a darizandinê tên. Ji sûcê hatiye înatkirin, ceza tê înfazkirin. Dîsa bi hinceta heman sûcî bi navê ‘poşmaiyê’ tên darizandin. Girtiyeke jin ya ji pergala puanê, kêm puan girtiye, bi hinceta tevlî bernameyeke li girtîgehê tunebûye puanê kêm girtiye. Ligel vê mînakên balkêş dertên holê.Min bi girtiyên edlî re jî hevdîtin kir. Ligel wan jî cuda digirin dest.Li gorî girtiyên siyasî, xespkirina mafê girtiyên edlî kêmtir e. Girtiyên siyasî ji derveyê her tiştî tên girtin.”   ‘Ev rêbazeke cezakirinê ye’   Elîfê anî ziman ku berê rewşeke ku şewitandina înfazê mijara gotinê bûye û got biryara ku Lijneya Îdare û Çavdêrî dide jî, girtî 6 meh şûnde dîsa ji aliyê jijneya ku puanê dide ve tê şopandin. Elîfê wiha daxuyand: “6 meh şûnde dîsa heman pirs tên pirsîn. Tevî ku tehliyeya kes mijara gotinê be jî, nayê tehliyekirin. Ev rêbazeke cezakirinê ye. Em li dijî vê ne. Me serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) da. Gelek girtiyên ku ji ber vê nehatine tahliyekirin hene. Ewil li Şakranê ev mijar derket holê. Piştre jî li Duzce, Amed, Sîlîvrî û Sêwregê rû da.”