Ji bo ajalên derve xwarinê belav dikin 2021-02-23 09:04:13   Sema Çaglak - Şehrîban Aslan   AMED - Platforma bi navê “Dostên min ên biçûk” ji ajalên derve re xwarinê belav dikin. Platforma ku bi 3 kesan dest bi kar kiriye nêzî 50 kesî ne û ji bo xwarina ajalan li benda piştgiriyê ne.    Li gelek deverên cîhanê li dijî ajalan zext, îşkence, îstismarkirin pêk tê û ajal ji mafên xwe yên jiyanê bêpar tên hiştin. Her wiha gelek ajal li derve li ber hewaya ser derbas dikin û ji xwarin û vexwarinê bêpar dimînin.  Xwendevanên ku ji vê rewşê re xemsar neman platformek bi navê “dostên min ên biçûk” ava kirin. Bi saya vê platformê gelek ajalhez ji bo ajalên derve alikariya ku xwarinê bidin ajalan dikin.    ‘Bi 3 kesan des pê kirin niha nêzî 50 kesî ne’    Endama platformê xwendevan Dîlan Goçmenoglu diyar kir ku bi 3 kesan dest pê kirinê û niha nêzî 50 kesî ne. Dîlan, got: “Gava em li derve dinihêrin gelek ajal di rewşên nebaşên xirab de ne.  Pêdîvîya wan bi xwarin û vexwarinê heye. Me jî li gel çend hevalên xwe xwest ji bo wan ajalan tiştekî bikin û bi vî awayî me biryar da ku em ê xwarinê bidin wan ajalan. Bi qasî ku ji destê me hat me xwest her hefte bi awayekî rêk û pêk alikariya xwarinê bidin. Piştre ji bo piştevaniya xebatan,  me li ser medyaya civakî malperek vekir ku kesên ajalhez xwe bigihînin me û em vî karî bi hev re bikin. Çawa ku me malper vekir gelek piştgirî û daxwazên beşdarbûnê ji me re hatin.”   ‘Em dixwzin zêdetir alikariya ajalan bikin’   Dîlanê anî ziman ku ew dixwazin xwe zêdetir bigihînin ajalan û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Bi piranî li derdora Zanîngeha Dîcleyê em alikariya wan ajalan dikin. Lê belê ku derfetên me têr bikin em dixwazin vê xebata xwe zêdetir bikin û li derdorê belav bikin. Em xwarinên pisîk û kuçikan didin endamên flatformê û ew jî belavê cihên nêzî malên xwe dikin.  Her wiha peredankek me ya dijital heye li ser malpera me. Kesên ku dixwazin alikariya me bikin serî li wê peredankê didin û bi vî awayî xwarinên pisîk û kuçikan tên ligel me. Em jî wan wan xwarinan belav dikin.”   ‘Em li benda piştgiriyê ne’   Dîlanê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me çend caran ajal xwedî kirin. Ji me re gelek caran peyam jî tên ku em wan bidin kesên dixwazin xwedî bikin. Em çiqas vî karî dikin dibînin ku pêdîviya wan ajalan ne tenê bi xwarinê heye di heman demê de bi hezkirinê jî heye. Em li benda piştgiriya ajalhezan e ku alikariya me bikin û em xwe zêdetir bigihînin ajalan.”   ‘Divê li şûna em zerarê bidin ajalan em ji wan hez bikin'    Xwendevan Sultan Zîlan jî got pêdiviya ajalan bi hezkirinê heye û wiha axivî: “Îro em li vir ji bo ku  alikariya ajalan bikin hatine lgel hev. Hem di aliyê xwarinê de hem jî ji aliyê hezkirinê de bi qasî ku ji destê me hê em ji wan re dibin alîkar. Ev hest bi rastî jî nayê pênasekirin.  Gava wî karî dikim xwe gelek baş hîs dikim. Divê li şûna em zerarê bidin ajalan em ji wan hez bikin. Mafên ajalan jî heye. Divê em zêdetir hestiyar nêzî ajalan bibin. Em ji bo mafên ajalan qanûnê dixwazin.”    ‘Ji tundî îşkenceyên li ser ajalan re çavên xwe negirin’   Xwendevan Pelşîn Zarg jî got ku bi saya platformê pêwendiya wê bi ajalan re çêbûye û ev tişt anî ziman:”Heta niha pêwendiya min bi ajalan re çênebibû. Bi saya malpera platformê ji bo ajalan tiştan çêdikim. Ev jî min kêfxweş dike. Ez ji tundî û muameleya xirab a li hember ajalan ku min dît gelek aciz dibûm û min ji vê tundiyê re çavên xwe negirt. Lewra min xwest ji bo wan ajalan tiştek ji destê min were bikim û min xwe gihand platformê. Divê hemû kes bi hestiyarî nêzî ajalan bibe. Heke em bixwazin em dikarin bi ajalan re hem empatiyê bikin hem jî têkiliyê deynin.”