Bêrîvan Helen Işik: Qeyûm ji bo jinê tu kar û xebatê nameşîne 2021-02-23 09:02:44   Rojda Aydin   SÊRT- Hevşaredara Sêrtê ya li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Helen Işik diyar kir ku qeyûm ji bo gel tu kar û xebat nekiriye, gel jê ne razî ye û piştî ku hatiye ser kar daîreya şêwirmendiya jinê jî girtî ye.    Di hilbijartinên xwecihîyên 31’ê Adara 2019’an de Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Sêrtê ji sedî 48.36 deng wergirtibû û şaredarî bi dest xistibû. Di 15’ê Gulana 2020’an de jî qeyûm tayînê Şaredariyê hat kirin û hevşaredar ji peywirê hatin girtin. Qeyûmên ku şaredarî ji bo xwe kirine qada rantê tenê ji bo berjewendiyên xwe û derdora xwe dixebitin.    Hevşaredara Sêrtê ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Helen Işik têkildarî,  pêkanînên qeyûm de axivî.   ‘Qeyûm şaredarî vegûherandiye qereqolê’   Bêrîvanê, anî ziman ku ev cara duyemîne îktîdara AKP’ê qeyûm tayînê şaredariyên wan dike û got: “Di 31’ê Adarê de dema me şaredariyên xwe careke din bi dest xistin qeyûman ew di bin deynan de hiştibûn.  Ji ber deynên şaredariyê me nikaribû kar û xebatên xwe pêk bînin. Şaradariyên me ji aliyê qeyûmê ve vegûherîbûn qereqolan. Dema me şaredarî bi dest xistin me di serî de ev rewş ji holê rakir. Ji ber vê yekê gelê me bi awayek rehet êdî dikaribû bê şarederiyê. Lê belê niha jî ji ber qeyûm tayînê şaredariyê hat kirin şûnde li ber avahiyê polîs bi çekan disekinin û carekedin bûye wek qereqolê. Şêniyên bajêr nikarin biçin şaredariyê û pirsgirêkên xwe çareser bikin.”   ‘Ji ber qeyûmê xebatên me nîvco man’   Bêrînvanê, diyar kir ku qeyûm kar û xebatên jinê dane rawestandin û wiha domand: "Şêwirmendiya me ya jinê girtibûn û xebatkarên jin ji kar hatibûn avêtin. Kar û xebatên jinê hemû hatibûn rawestandin. Piştî ku em hatin me yekem dest bi kar û xebatên ji bo jinan kir. Her wiha 56 projeyên me hebûn. Li dijî hemû zehmetî û deynên şaredariyê me 19 projeyên xwe kirin meriyetê. Me yekem ji projeya ji bo jinê ya jinkartê dest bi xebata xwe kir. Her wiha ya duyem me şewirmendiya jinê kir meriyetê. Ji bo ajokariyê me jin girtin kar. Her wiha me 20 donim erd ji bo çandiniyê vqetand.  Me çandina zebze û fêkiyan kir. Her wiha me gelek xebatên cur bi cur jî kirin. Bi taybetî me ji bo jinan gelek xebat pêk anîn û hîn gelek projeyên me jî hebûn. Lê belê ji ber qeyûm tayînê şaredariyê hat kirin xebatên me nîvco man.”   ‘Em nizanin bi çi tên sûcdar kirin’   Bêrîvanê, destnîşan kir ku piştî qeyûm tayînê şaredariyê hatiye kirin şûnde ew di hepsa malê de ye û got: "Em hîn nizanin ku bi çi tên sûcdarkirin û Heta niha hîn îdîaname jî nehatiye amadekirin. Ev jî bêhiqûqiyeke."    ‘Hatina qeyûman biryareke siyasî ye’   Bêrîvanê, di dirêjiya axaftina xwe de diyar kir ku her çend di hepsa malê de bin jî agahiyan digirin û ev tişt got: “Ji 15’ê Gulana 2020’î vir de qeyûmê Sêrtê heta niha ji bo gelê Sêrtê tu tişt nekiriye. Van nerazîbûnan gel tîne ziman. Qeyûm tenê li pey îhaleyan e û herî dawî jî ji bo otogra Sêrtê îhale vekiribû ku ew jî projeya me bû. Dema em hîn li ser kar bûn me gotibû em ê vê xebatê pêk bînin û me proje amae kirbû. Ji ber pandemiyê me dabû rawestandin. Qeyûm projeyên me didize. Hatina qeyûman biryareke siyasî ye.”   ‘Hedefa qeyûm a sereke jin e’   Bêrîvanê, diyar kir ku qeyûmên tayînê şaredariya HDP’ê hatiye kirin pergala hevserokatiyê hedef girtiye û wiha pê de çû: “Hedefa herî mezin jin e. Dema tu muxalîf û jin bî tim hedef tê girtin. Lêpirsîna ku îro li ser me tê meşandin li ser pargala hevserokatî bû. Her wiha qeyûm dema tayînê şaredariyê hat kirin yekem nêzî 60 xebatkarên ku me kiribûn kar ji kar avêt. Lê  piştre 120 xebatkar kir şaredariyê. Dibêjin karker zêde ne wê demê çima ev qas xebatkaran dike kar. Di vir de nakokiyek mezin heye. Her wiha pirtûkxaneya ku me navê Mîr Celadet Elî Bedirxan dabûyê ji aliyê qeyûmê ve hat xirapkirin. Ev jî bêtehemûliya wan a li dijî dîrok û çanda kurdan nîşan dide. Ger ku li dijî qeyûman li aliyê metropolan jî deng bilintir bibûya dê qeyûm îro bingeha qeyûman nedihat avakirin. Mînak dê rektorekî wiha tayînê Zanîngeha Bogazîçî nehata kirin. Em berxwedana wan jî pîroz dikin. Êrîşên hikûmetê li dijî pergala hevserokatiyê ne.”   ‘Gel dê xwedî li vîna xwe derbikeve’   Bêrîvanê, di dawiya axaftina xwe de got qeyûm yekem xebatên jinê dane rawestandin û wih dawî li axaftina xwe anî: “Qeyûmê xebatên şewirmendiya jinê dane meşandin û bi tenê tabeleya wê heye. Xebatkarên şewirmendiyê jî karên wan hatine guherandin û kirine karê paqijiyê. Hîn xebatkarên me ji kar hatin avêtin. Îro jinên ku bi KHK'ê ji kar hatine derxistin nikarin biçin li cihekî din bixebitin ev neheqiyeke mezin e. Ji ber ku şêwirmendiya jinê tune ye. Ji ber ku jin karekê gelek pîroz dike hedef tê girtin. Lê jina kurd  tu carî li hember zilmê gav paşve navêje. Jin ji berê heta îro li dijî zilmê berxwedana xwe didomîne. Navê jinê di dîrokê de cihê xwe girtiye. Qeyûm çi dike bila bike. Ji ber ku îro vîna gel hatiye xespkirin. Di hilbijartinên pêş de  em bawer dikin ku dê gel carekedin vîna xwe bide nîşandan. Gel dê qeyûman şûnde bişîne navenda wan û xwedî li vîna xwe derbikeve.