Aşûriyan têkoşerên 23'yê Sibata 2015'an bi bîr anîn 2021-02-23 08:39:00   HESEKÊ - Bi armanca bîranîna têkoşerên berxwedana Til Temirê yên ku di 23'yê Sibata 2015'an de jiyana xwe ji dest dan û lîstokvanên gogê, Saziya Malbatên Aşûriyan serdana Goristana Til Şinan kirin û find li ser gorên pakrewnan pêxistin.    Roja 23'yê Sibata 2015'an wekî rojeke reş di dîroka gelê Til Temir û taybet Aşûriyan de cih digire. Di 23'yê Sibata 2015'an de çeteyên DAIŞ'ê bi êrîşeke hovane û berfireh êrîş bi ser gundên Aşûriyan û navçeya Til Temirê ve anîn. Li hember êrîşan hemû netew bi hev re di yek çeperê de cih girtin û li hember êrîşan destanên dîrokî nivîsandin.    Di salvegera 6'emîn a êrîşê de û bi armanca bîranîna pakrewanên berxwedana Til Temirê û her 5 lîstokvanên gogê ku di sala 2005'an de jiyana xwe ji dest dan, Saziya Malbatên Aşûriyan serdana goristanê ku li gundê Til Şinan ê girêdayî navçeya Til Temir a Kantona Hesekê ye dikeve, kirin. Hêzên Meclisa Parastina Xabûr û Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Natoru) û şandeyek ji Kongreya Star a navçeyê  amade bûn.  Piştî nimêja li gorî ola xirîstiyaniyan ji bo giyanê pakrewanan, Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê Cemîle Kako axivî.   Cemîle Kako êrîşa 23'yê Sibatê bi tundî şermezar kir û pakrewanên wê berxwedanê bi bîr anî û wiha dirêjî da gotina xwe: "Em bi tundî êrîşên ku li ser Xabûrê hate kirin, şermezar dikin. Bûyere ne ji rêzê bû û ne jî normal bû, mîna ku kabûsek bû li ser gelê me. Berbanga 23'yê Sibatê dengê qêrîna jin û zarokan li asîmanan bilind dibû, her der bûbû xwîn û dêr dihatin teqandin. Em li ser destên dijminên mirovahiyê hatin revandin û hemû rengê êşê me kişand. Di nava tarîtiyê de me çirûskeke ronahiyê dît, ew jî ronahiya çemê Xabûrê bû. Bi wê ronahiyê me dikarîbû ku bi hev re pilanan bişkînin û têk bibin."   Paşê Keşê Dêra Meryem El-Ezra Baxos Îşaya axivî û wiha got: "Me bi yekîtî, hezkirin û wekheviya xwe pilanên DAIŞ û hevkarên wan têk bir."   Paşê şervanên Meclisa Parastina Xabûrê û hemû kesên ku li goristanê bûn, find li ser gorên pekrewanan vêxistin.