Komeleya Jinan a Starê: Ji ber zagon nayên sepandin tundî zêde dibin 2021-02-22 15:49:06   WAN - Endamên Komeleya Jinan a Starê bal kişandin ser mirinên jinan ên bi guman û wiha gotin:"Ji ber zagon nayên sepandin tundî zêde dibin."   Komeleya Jinan a Starê ya li Wanê têkildarî mirinên jinan ên bi guman li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û rêveber û endamên komeleyê beşdar bûn. Civaknas Aslihan Şedal daxuyanî da û bi bîr xist ku sala par 300 jin hatine kuştin û ji van 171 jin bi awayên guman mirî hatine dîtin.    'Ji ber zagon nayên sepandin tundî zêde dibin'   Aslihan anî ziman ku jin hemû bi tundiyê re rûbirû dimînin û ev tundî di heman demê de binpêkirina mafê mirovan e. Aslihan destnîşan kir ku di serî de Peymana Stenbolê û yasayên pêşîlêgirtina tundiyê divê hemû werin sepandin û ji ber ev yasa nayên sepandin tundî zêdetir dibe û kujer û îstîsmarkar tên berdan. Aslihan got ser mirinên bi guman tê niximandin ji bo kuştin, tacîz û destdirêjiya li ser jinan were bidawîkirin divê li tavilê Peymana Stenbolê were sepandin.    7 jin û zarok bi awayên guman jiyana xwe ji dest dane   Aslihan bal kişand ser kuştinên jinan ên di sala 2020'an de qewimîn û di mehên dawî yên salê de li Wanê 7 jin û zarok bi awayên guman jiyana xwe ji dest dane. Aslihan da zanîn ku Dîlan Toptaş, Hayriye Ak, Neşe Altun, Hêlîn Aslan (14), Guler Keklîk hin ji van jinan e û heta ku mirina van jinan neyê tespîtkirin ji aliyê kî ve hatine kuştin, darizandina adilane neyê kirin, kujer û faîl neyên cezakirin û tevdîr neyên girtin wê rehenda tundiyê xwe biguherîne û bidome.    'Divê polîtîkayên pêşîlêgirtinê werin hilberandin'   Aslihan xwest li dijî vê rewşê polîtîkayên pêşîlêgirtinê werin hilberandin û ji ber ev yek pêk nayê jî ferasetek tundrew û dubendî dixe nava civakê serdest e û got: “Bi polîtîkayên bêcezahiştinê kujer tên wêrekkirin. Em li dijî tundiya dewletê, zayendperest, tundiya mêran, destdirêjî serî radikin. Em ê li dijî her cûre tundî û kuştina jinan û îstîsmarkirina zarokan têkoşîna xwe bidomînin.”