Li Fîlîz Buluttekîn 7 sal û 6 meh ceza hat birîn 2021-02-22 15:42:56   AMED - Di daneşîna biryarê ya ku Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn jê tê darizandin de heyeta dadgehê bi îdaya "endamtiya rêxistinê" 7 sal û 6 meh ceza birî.    5'emîn daneşîna doza derbarê Hevşaredara navçeya Sûrê ya Amedê ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Fîlîz Buluttekîn ku bi îdaya "endamtiya rêxistinê" jê dihat darizandin û heta 15 salan jê re ceza dihat xwestin li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di daneşînê de parêzerên Fîlîzê Sertaç Buluttekîn û Suzan Akîpa amade bûn.    Di daneşînê de makamê îdayê mutalaya xwe da. Di mutalayê de hat îdakirin ku Fîlîz di navbera salên 2017-2019'an de tevli 42 çalakiyan bûye, li mala wê belgeyên propagandyê hatine dîtin, endama Kongreya Jinên Azad (KJA) ya ku bi KHK'ê hatiye girtin e, li gorî daxwazên aktîvîstên TJA'yê tevgeriyaye û li ser îfadeya kesê nepen hat îdakirin ku sûcê "endamtiya rêxitinê" kiriye.  Dozger bi îdaya "endamtiya rêxistinê" ji Fîlîzê re ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan ceza xwest.     'Ji bo çalakiyan destur hat girtin'   Parlamenter Suzan Akîpa, ya parastin kir, diyar kir ku muwekîla wê di salên 2017 û 2018'an de Hevseroka Bajarê Amedê ya HDP'ê bû, piştî wê jî di hilbijartinê de bi ser ket û bû hevşaredar .Sûzanê anî ziman ku muwekîla wê xebatên siyasî dane meşandin, piştî wê jî ji bo hilbijartina xebitiye, Çalakiyên tevli wan bûye jî bi destûra walîtiyê hatine kirin, got ku di îdanameyê de delîl tune ne û daxwaza beraeta muwekîla xwe kir.    'Em vê mutalayê qebûl nakin'   Parêzer Sertaç Buluttekîn jî wiha got: "Şahidê nepen dema ku em ne amade bûne li gel makamê îdayê hatiye guhdarîkirin û ev jî dijhiqûqî ye.  Îfadeyên şahidê nepen bi nakokin .Endamtiya komeleyê mafekî qanûnî ye, ji ber vê li muwekîla min nikare ceza bê birîn, em mutalayê qebûl nakin û beraeta muwekîla xwe dixwazim."   Heyeta dadgehê piştî navbereke kurt bi îdaya ku Fîlîzê "endama rêxistinê ye" 7 sal û 6 meh ceza birî.