Li Dêrazorê jinek bi îşkenceyê hat qetilkirin 2021-02-22 15:03:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên bajarokê El-Sebha yê gundewarên Dêrazorê di jêrzemîna xwaringeheke berê de, cenazeyê jineke serjêkirî dît.   Cenaze yê welatiya bi navê Wedîa Serhan El-Salih e û koçbereke ji bajarê Meyadîn e û li bajarokê El-Sebha yê gundewarên rojhilatê Dêrazorê dima. Beriya demekê jî, şêniyên bajarokê El-Sehîl serê kesekî nenas dît û li ser kaxezên li cem cenaze, gefên li dijî sivîlan hatibûn nivîsandin.