TJA'yê dê li Sêrt û Hezexê startên xebatên xwe bide 2021-02-22 15:03:00   AMED - TJA, di 26'ê Sibatê de dest bi xebatên 8'ê Adarê dike. TJA'yê dê li Sêrt û Hezexê startên xebatên xwe bide.    Tevgera Jinên Azad (TJA), di 26'ê Sibatê de dest bi xebatên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dike. TJA dê bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinan jiyanê, li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin" dest bi xebatên 8'ê Adarê bike. TJA dê li Sêrt û Hezexê starta xebatan bide. TJA'yê bi vîdeoyên ku li ser hesabên xwe yên medyayê parve kirin, bang li hemû jinan kir ku di 26'ê Sibatê de li Sêrt û Hezexê kom bibin û tev li şahiyan bibin.