'Dê jin dawî li feraseta we ya siyaseta mafyatîk bîne' 2021-02-22 14:48:55   ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr da zanîn ku HDP'ê hedef tê nîşandayin û wiha got:"Van îftirayan weke li dijî têkoşîna me ya jinê dibînim. Têkoşîna me ya jinê wê dawî li vê feraseta siyasetê bîne. Piştevaniya jinê bi biryar e ku dawî li feraseta we ya siyaseta mafyatîk bîne. Li vir tînim ziman. Ez neçûm Garê. Ev aşkera ye. Ev angaşt derew e û îftira ye."   Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû wê hedef nişan dabû, bi serokwelîlê koma partiya xwe Sarûhan Olûç û komek parlamenterên partiya xwe re li Navenda Giştî ya HDP’ê civîneke çapameniyê li dar xist.    ‘Bi kurtepistê sûîqasta rûmetê pêk anî’   Parlamenter Dîlan Dîrayet, wiha got: “Li Meclisê got, ‘parlamenterek çûye’ lê nav neda. Piştî 4 rojan derket televîzyoneke alîgir û heqaret li partiya me kir. Bi gotinên ‘Piştî demekê, qasek din û deqeya dawîn’ bûyer veguhest şovê. Di encamê de navê min da. Lê tu delîl pêşkeş nekir. Bi kurtepistê sûîqasta rûmetê pêk anî.”   'Çi derew tên kirin em pê dizanin'   Dîlan Dîrayet, destnîşan kir ku Soylû derew û îftirayan lê dike û ev tişt got: “Madem di destê te de agahî û belgeyeke wiha heye te çima neda dozgeriyê, lê di televîzyonê de eşkere kir? Ji bo eşkerekirina vê jî tu çima li benda operasyona Garê sekinî? Em zanin ku sedemeke vê heye. Ev yek hewldanek ji bo parastina desthilatdariya xwe ye. Ji bo vê jî her roj derewan, gotinên bêbingeh, îftirayan li me dike. Li vî welatî ji bo desthilatdariyê çi tê kirin, çi derew tên kirin em pê zanin."   'Ka dîmenê kamerayan'   Di berdewamê de Dîlan Dîrayet, bi lêv kir dema ku li bernameyê temaşe kiriye, dîtiye ku ku bi gotegotan û îftirayan dagirtî ye, bi navê rojnamevantiyê û bi navê welatê xwe li ber xwe ketiye û wiha domand: "Rojnamevanekî bi tenê jî pirseke rast nekir, li daxuyaniyê nepirsî. Negot 'Çima hûn îro li vir aşkera dikin'. Berpirsyariya Soylû yê derewîn e ku angaştên xwe ispat bike. Di rewşeke berovajî de derewker e, mufterî ye. Careke din dipirsim: Ez kengî, kîjan rojê çûme Garê? Bi belgeya aşkera bikin. Ji me re qala çîrokan nekin. Hûlûsî Akar li Meclisê aşkera kir, li devereke ku artêş bi xwe jî zor û zehmetî xwe gihande wir ez çawa kengî çûme, kengî li wir hatim dîtin, kengî vegeriyam? Gelo di navbera Stenbol û Garê de seferê balafiran hene, lê haya me jê nîne? Qala dîmenan kirin. Soylû ka dîmenê kamera? Ka wêne?”   'Dê jin dawî li feraseta we ya siyaseta mafyatîk bîne'   Dîlan Dîrayet, destnîşan kir ku îftirayên Soylû li dijî jinan hemûyan hatiye kirin û ev tişt got, "Van îftirayan weke li dijî têkoşîna me ya jinê dibînim. Têkoşîna me ya jinê wê dawî li vê feraseta siyasetê bîne. Piştevaniya jinê bi biryar e ku dawî li feraseta we ya siyaseta mafyatîk bîne. Li vir tînim ziman. Ez neçûm Garê. Ev aşkera ye. Ev angaşt derew e û îftira ye.”