Li Farqînê roja ziman hat pîrozkirin 2021-02-22 11:45:34   AMED - Li navçeya Farqînê, 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bi fîşekên hewayî hat pîrozkirin.    Pîrozbahiyên ku ji bo 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê tên kirin, didomin. Li navçeya Farqînê ya Amedê 21’ê Sibatê cuda hat pêşwazîkirin. Duh êvarê di saetên şevê de li taxên Baglar, Mescît û Ferîdonê yê navçeyê şêniyên navçeyê derketin ser baniyên avahiyên xwe û 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bi fîşekên hewayî pîroz kirin.