Çalakiya Greva Birçîbûnê ya li Mexmûrê hat dewirgirtin 2021-02-22 10:42:39   MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê hatiye destpêkirin, îro bi merasîmekê koma 34'an dewir girt.   Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiye û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê îro bi merasîmekê ji aliyê koma 34’emîn ve hat dewirgirtin.    Li ser navê koma 33’emîn Çalakvan Kendal Aydin axivî û wiha got: “Di serî de em bixêrhatina gelê wargehê dikin. Weke tê zanîn ev 22 sale dewleta tirk a faşîst bi hevkarên xwe re komployek navneteweyî li ser Rêber Apo pêk anîn. Dijminê hov dîsa di 10’ê Sibata 2021’an de xwestin êrîşek berfereh li ser herêma Garê pêk bîne û dîroka komployê ji nû de zindî bike.  Lê her kes vê dizane ku gerîlayên qehreman ji bo parastina welatê xwe canê xwe feda kirin. Erdogan her tim ji gelê xwe re digot em ê wan tune bikin, lê her kesî rastiya dewleta tirk di vî şerê dawî de dît çibû û bi binketinê re rû bi rû man.  Piştî ku bi binketinê re rû bi rû man her kes yê din sûcdar dike. Dewleta tirk bi xwe jî li xwe mukur hat ku komkujiya Parîsê wan pêk anîne. Ev jî dide îsbatkirin ku wê tu carî li hemberê gelê kurd serkeftinê nejîn.”    Çalakvan Kendal wiha dawî li axaftina xwe anî: “Careke din em şehîdên Garê bi rêzdarî  û bi minnetdarî bi bîr tînin û bejina xwe li ber wan ditewînin. Em jî weke parçayekî vê pêvajoyê em soz didin serokatiya xwe em ê cur bi cur çalakiyên xwe berdewam bikin û serkeftinê bi dest bixin.’’   Merasîm bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” , “ Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.