‘Lêgerîna tazî şîdeta zayendî ye’ 2021-02-22 09:06:06   ÎZMÎR - Jinan diyar kirin ku îşkenceya lêgerîna tazî di dema ku tevgera jinan mezin bûye de, gihiştiye asta şîdeta zayendî û got: “Bedena jinê ji xwe re kirin qada şer.”   Li Tirkiye û bajarên herêmê di dema binçavkirinê û li girtîgehan li mirovan lêgerîna tazî tê kirin. Der barê îşkenca heyî de înkara dewletê didome û ligel vê serokwekîla Koma AKP’ê Ozlem Zengîn jî jinên ku lêgerîna tazî vegotibûn hedef girtibû. Di navbera 2010-2019’an de hejmara kesên serî li TÎHV’ê dabûn 241 bû û di 2020’an de hejmara kesên serî li ÎHD’ê dabûn jî 167 bû.   Ji Komîsyona Mafê Jinan a ÎHD’a Îzmîrê Cemîle Karakaya û Ayşenur Kizaroglu der barê îşkenceya lêgerîna tazî de axivîn.   ‘Der barê lêgerîna tazî de serlêdan hatin’   Cemîleyê diyar kir ku piştî nîqaşên der barê Peymana Stenbolê şûnde di çalakiyên demokratîk de jî kes bi îşkenceyê hatine binçavkirin û wiha pê de çû: “Berê jî li Emniyeta Uşakê îşkenceya lêgerîna tazî hat kirin. Me wek komîsyona Jinan a ÎHD û ÎHD’ê ya giştî der barê îşkenceya lêgerîna tazî de daxuyanî da. Niha ji ber li Aydinê îşkenceya lêgerîna tazî me ji çapemeniyê û şaxa ÎHD’a Aydinê bihist.”   ‘Divê yên îşkence kirine bên cezakirin’   Cemîleyê destnîşan kir ku lêgerîna tazî îşkenceya û di hiqûqa navneteweyî û Qanûna Cezayê ya  Tirk de jî Îşkenace hatiye qedexekirin. Cemîleyê wiha dawî lê anî: “Di xala 99’emîn a TCK’ê de lêgerîna tazî îşkence ye. Yên îşkence kirin divê bên cezakirin. Îşkencenceya lêgerîna tazî êdî sîstematîk kirine.”